Îro 30.mîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê li Hewlêrê ye
![Îro 30.mîn salvegera Raperîna Gelê Kurdistanê li Hewlêrê ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/48c55a6debb09e4ee5be8753db08b7d8_L.jpg )
11ê Adar a 1991ê xelkê Hewlêrê serî rakir û bi piştevaniya hêzên Pêşmerge ve saziyên ewlehiyê, artêş, binkeyên polis û hemû saziyên din ên fermî dest danîn ser û çekdarên rejîma Beis li daîreya ewlehiyê û menzûmeya şîmalî de hewldan berevaniyê bikin û hejmarek mezin ji wan hatin kuştin û piştre jî hemû hatin girtin û beşek ji wan her li wê derê ji aliyê hemwelatiyan ve hatin gulebaran kirin.
Rizgar kirina bajarê Hewlêrê û raperîn û serhildana gelê kurd a roja 5ê Adarê li Ranya ve destpê kir û piştre beşek ji bajar û bajarokên Kurdistanê berdewam kir û bi rizgar kirina Hewlêrê ve serhildan ket qonaxeke nû û serkeftina gel û hêzên Pêşmerge misoger bû.
Basnews