• Monday, 01 July 2024
logo

Blinken: Em bloka li ser pereyên Îranê ranakin

Gulan Media March 11, 2021 Nûçe
Blinken: Em bloka li ser pereyên Îranê ranakin
Amerîka ji bo destpêkirina danûstandinan li gel Îranê amade nîne ti îmtiyazekê bide û dibêje, berî ku ew dorpêçan li ser Îranê rakin, ew dê li gel hevpeymanên xwe û hevbeşên xwe yên li Rojhilata Navîn û endamên Kongrêsê rawêjê bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li pêşiya Komîteya Karûbarê Derve ya Kongirêsê amade bû û bo dema zêdetir 4 saetan çend mijar gotûbêj kirin.

Di wê rûniştinê de beşa herî zêde li ser Îran û bernameya wê ya etomî bû.

Blinken tekez kir ku rêveberiya Biden ti tiştekî nade Îranê ji bo ku bi berpirsên wê re bicive, eger Tehran venegere ser hemû pabendiyên xwe yên berê li gor rêkeftina etomî ya sala 2015an.

Blinken tekez kir ew raporên behsa azadkirina pareyên blokkirî yên Îranê dikin, nerast in. Ti pereyekî Îranê nehatiye azadkirin û ew pêşwext azad jî nakin.

Wezîrê Derve yê Amerîka herwiha daye xuyakirin ku baştirîn awayê serederiya li gel Îranê dîblomasiyeke tund û yekalîker e.

Rudaw
Top