• Monday, 01 July 2024
logo

AKP ji bo qutkirina budceya HDPê projeyek amade kiriye

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
AKP ji bo qutkirina budceya HDPê projeyek amade kiriye
Gotegotên li ser girtina HDPê û qutkirina pişka wê di budceya Tirkiyê de dîsa ketiye rojevê û li gorî madeya 102 ya partiyên siyasî, bêyî girtina partiyekê jî dikare bi heceta propagandaya terorê, pişka wê partiyê ya ji budceya giştî ya Tirkiyê bê qutkirin.

Partiya Netewperest a Tirkiyê bi berdewamî daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê dike ku HDP bê girtin û li hemberî van hewlên MHPê tevî ku CHPê, Partiya Gelecekê, DEVAyê û Partiya Seadetê piştevaniya xwe bo HDPê nîşan dabin jî, bertekekî gelek tund nîşan neda ne.

Di demekê de ku gotûbêj li ser girtina HDPê berdewam in, AKPê jî projeyekî nû pêşkêş dike û dibêje, wê di yasaya 102 ya partiyên siyasî de guhertin bêne kirin û di vê çarçoveyê de jî eger bê piştrastkirin ku HDP propagandaya rêxistinên terorî dike, wê demê dê yekser pişka wê ya di budceya giştî ya Tirkiyê de bê qutkirin ku bi giştî 57 milyon lîreyan werdigre.

Ji aliyekî din ve, AK Partî û MHP dixwazin bi daxistina benda hilbijartinê dawiyê li veguhestina parlamenteran ji partiyekê bo partiyeke din bînin. Li gor plana hatiye danîn, reşnivîsa guhertinên di yasaya partiyên siyasî yên Tirkiyê de roja 24ê Adara 2021ê ji Serokê AK Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re tê şandin.Eger were pesendkirin ji MHPê re tê şandin. Piştî ku Serokê MHPê Dewlet Bahçelî jî pesend dike, reşnivîs ji Parlamentoya Tirkiyê re tê şandin.

Rudaw
Top