• Monday, 01 July 2024
logo

Parlementereka mesîhî: Em deng nadin piroje qanûna dadgeha federalî

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Parlementereka mesîhî: Em deng nadin piroje qanûna dadgeha federalî
Endameka mesîhî ya parlementoya Iraqê dibêje, ewê deng nedin piroje qanûna dadgeha federalî ya Iraqê.

Endama mesîhî ya parlementoya Iraqê, Beyda Xidir ji televîzyona Iraqî ya Dîcle re gotiye, ewê di civîna îro ya firaksiyonan de bi fermî li hember piroje qanûna dadgeha federalî nîşan bidin.

Beyda Xidir her wiha gotiye, ewê deng nedin wê piroje qanûnê ji ber ku mafên kêmîneyên etnîkî û ayînî di wê qanûnê de hatiye binpêkirin.

Beriya niha Beyda Xidir gotibû, di nav endamên dadgeha federalî de tenê yek ji kêmîneyên etnîkî û ayînê hatiye destnîşankirin, ew jî mafê wî yê dengdanê nîne.

Wê parlementera mesîhî her wiha gotibû, parlementerên kurd jî piştevaniya wan dikin.

Basnews
Top