• Saturday, 04 May 2024
logo

2016 sala Kurdistanê ye ji bo diyalog û rêkeftina li ser qonaxa paş serxwebûnê

Gulan Media January 11, 2016 Raport
2016 sala Kurdistanê ye ji bo diyalog û rêkeftina li ser qonaxa paş serxwebûnê

((Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê pilana encamdana rêfrandomê ji bo serxwebûna Kurdistanê ragihandiye, li roja 4î Temoza 2014ê ev pilane ji Perlemana Kurdistanê re ragihandiye, herwiha li 7î Eyara 2015ê careke din rijdiya xwe li ser encamdana vê rêfrandomê tekezkiriye û li 22î Eyara 2015ê careke din bi taybetî ji endamên gropa raspartî ji bo nivîsandina raporta avakirina dewletê li Kurdistana Îraqê re ragihandiye, Barzaî ji me re got em ê vê rêfrandomê piştî şikandina DAIŞê encambidin, lewra wî tu nexşeke demî xuyanekiriye, lê serok Barzanî di wê baweriyê de ye ku rêfrandoma ji bo serxwebûnê pêwîstî bi bingeheke guncayî a yasayî û cemawerî û civaka nêvdewletî heye. Derbarê ragihandina vê dewletê jî serok Mesûd Barzanî eşkere gotiye: ((ez nabêjim em ê kengî vê dewletê rabigehînin, lê piştrast serxwebûna Kurdistanê destpêkiriye)). Ev raporte jî tekezê li wê yekê dike ku kurdan demeke pir dûr û dirêj xwesteka serxwebûna Kurdistanê paşvexistiye, daku îraqeke demokrat û federal û ferehî û perlemanî bi yekperçeyî bimîne, lê niha Îraq bûye dewleteke faşil û Herêma Kurdistanê gavan ber bi serbixweyîyê davêje. Ev di demekê de ku heta niha jî civaka nêvdewletî pabende bi ew boçûna ku dibêje gereke Îraq bi yekperçe bimîne, lewra ev raporte ji bo wê yekê ye ku civaka nêvdewletî li wê boçûnê vegere ku weberhênaneke mezin kir daku Îraq bi yekperçeyî bimîne, herwiha ji bo wan aliyane jî ku pêwendîdarin bi vê pirsê re, wek Wîlayetên Hevgirtî yên Emerîka bi ew armanca ku civaka nêvdewletî û Emerîka hevkarê kurdan bin ber bi serxwebûnê ve, ne li dijî serbixweyiya Kurdistanê bisekinin. Belku gereke civaka nêvdewletî bi kurdan re kar bike daku dewleta aram ûserbixwe a Kurdistanê were damezrandin. Pêwîste civaka nêvdewletî asankariyê ji bo diyaloga di navbera Herêma Kurdistan û Hukumeta Îraq û Îran û Turkiyê de bike, daku qonaxa paş serxwebûna Kurdistanê were destnîşankirin, niha dema axaftinê ye li ser wê yekê ka çawa karkirin bi ev rewşa nû re were kirin, Nîçirvan Barzanî serok wezîrê Herêma Kurdistanê dibêje: ((sune ji paşeroja xwe ditirsin, şîe ji pêşerojê ditirsin, lê kurd ji pêşeroj û paşerojê ditirsin, lewra bi hevkarî û piştgiriya civaka nêvdewletî, Kurdistana Îraqê dikare qonaxa veguhastina aştiyane û piştraskirî ber bi serxwebûnê ve here û êdî pêwîstî bi wê yekê namîne ku ji paşeroja xwe bitirse))

Raporta: avakirina dewletê li Kurdistana Îraqê
Zanîngeha Kolombiya - navenda xwendinên mafê mirov
Tişrîna Duyê 2015ê

Pênasa Maks Vîber ji bo dewletên SayksPîko

Proseya avakirina dewlet wek têgehek di nav edebiyata siyaseta nêvdewletî de û di çarçovê bikaranîna vê têgehê ji bo welatên nûpêgiheştî yan welatên paş şer li Rojhilata Naverast ku jêre dihate gotin cîhana sêyem, biqasî ku amajeye ji bo avakirina dewlet bi wataya dewleta dezgehî û demokrat di nav sinûrê xwe yê kevin de, ew ne amajeye ji bo avakirina dewletekê ku perê ne dewlet bû, lewra bikaranîna vê têgehê ji bo rewşa niha a Kurdistanê li ser astê siyaseta nêvdewletî û navendên hizir û lêkolînan her bi heman wata tê bikaranîn û mebest jê avakirina dewleteke demokrat û lêbûrde û pêkvejiyan û bihêze di çarçoveyê sinûrê başûrê Kurdistanê de, cudahiya bikaranîna vê têgehê ji bo başûrê Kurdistanê ligel hemû welatên din ew e ku proseya avakirina dewletê li başûrê Kurdistanê sinûrê dîfakto tê guhertin bo sinûrê danpêdakirî li ser astê dewlet û civaka nêvdewletî.

Proseya (avakirina dewlet) bi wata kilasîk, bi drêjiya sedsala bîstê û ji destpêka damezrandina Komeleya Gelan piştî şerê cîhanî yê yekem û herwiha rêxistina Neteweyên Hevgirtî piştî şerê cîhanî yê duyem, di nav hemû ew dewletên ku kolonyala dewletên rojava bûn û bi zorê di çarçoveya sinûrên destkird de pêkhatên cuda komkirin, bi ser neket, her ev yekê hizirmendê emerîkî Fransîs Fokayama handa ku di proseya avakirina dewletê di çarçoveya sinûrên kevin yên Efganistan û Îraqê de hevkariya welatê xwe (Emerîka) bike. Fokoyama paş hilweşandina rijîma Talîban li Efganistan û rejîma Sedam Husên li Îraqê, li sala 2004ê pirtûkek bi navûnîşana (avakirina dewletê) belavkir, Fokoyama di ev pirtûka xwe de biqasî ku li ser welatên faşil û livlivok helwêstkiriye û metirsiyên wê bo ser asayîş û aramiya civaka nêvdewletî destnîşankiriye, ewqas li ser şêwazê avakirina dewletê di çarçoveya sinûrên nû de helwêstnekiriye, lewra armanca wî ji nivîsandina wê pirtûkê li sala 2004ê hevkariye daku Îraq û Efganistan wek du dewletên bi hêz di çarçoveya sinûrên kevin de werein dirustkirin, her li ser bingeha vê boçûnê jî rêvebiriya emrîka li serdemê Corc W Boş û herwiha li serdemê Barak Obama jî, bi wî corî di proseya avakirina Îraq û Efganistanê de berdewam bûn, ku xudan leşkerekî bihêz û moderin bin daku yekperçeyiya welat biparêzin, helbijartin werin encamdan daku hukumeteke rewa hebe, herwiha deshelata dadwerî serbixwe be daku yasa serwer be û dezgehên dewletê di bin serweriya yasayê de tevbigerin.

Ev sê xalên giring yên Fokoyama ji bo proseya avakirina dewletê di çarçoveya sinûrên kevin de û kirine stûnê lêkolînekê, hewildanek bû ji bo cêbecêkirina ew sê mercên ku Maks Vîber ji bo pênaseya dewletê destnîşankirî, lê paş 10 salan ji derketina wê pirtûkê wate li sala 2014ê ew tiyora ku Fokoyama ji bo avakirina dewletê dariştibû, ku rêvebiriya Boş û Obama praktîzedikirin, hemû berûvajî bûn, belgeyên berûvajîbûnê jî em dikarin bi çend xalan amajê pê bikin:

1- ew leşkerê bi hêz û pirçekên moderin ku ji Îraqa nû re hatibû çêkirin, ku tenê Emerîka bi qasî 25 milyar dolar lê xerckiribûn, ne tenê nikarî yekperçeyiya Îraqê li hemberî terorîstên DAIŞê biparêze, belku xwe radest kir û bûye çavkaniyeke pir baş a pirçekkirina terorîstên DAIŞê bi çekên pêşketî yên emerîkî û ragihandina dewleta xîlafeta îslamî a DAIŞê.
2- ev helbijartinên ku Fokoyama hizir dikir wê hukumeteke helbijartî a rewa berhembîne, hukumeteke mezhebgerî şîe berhemanî, li şûna ku ev hukumete bibe çetrek ku hemû pêkhateyên cuda yên Îraqê wek hevpar di wê hukumetê de kombike, bûye sedema derzîna di nav pêkhateyên cuda de û perawêz xistina erebên sune û kurd û bûye bingehxweşker ji bo zêdetir jihevdabirîn û şerê mezhebgerî di navbera şîe û sune de.
3- proseya damezrandina deshelata dadwerî a serbixwe ji bo serwerbûna yasa û gerandina dezgehan li jêr sêbera serweriya yasayê de, li serdemê hukumraniya Nûrî Malikî de deshelata dadwerî a serbixwe hate guhertin bo deshelata dadwerî a ser bi partiya Dewa ve û bûye amîrek ji bo serkutkirina erebên sune û çêkirina girtîgehên veşartî û reşgirtina bê dadgeh a welatiyan, herwiha li hember Herêma Kurdistanê jî deshelata serbixwe a dadwerî bûye sedema dirustbûna hêza Dîcle û paşê birîna para bodceye û moçeyên welatiyan û derencam jikarketin û ji ber hev hilweşîna tmama dezgehên Îraqê.

Ev encama berûvajî ku berhemê hizira Maks Vîber bû ji bo dewletê, gelo bi wê watayê tê ku hizira Maks Vîber a ji bo dewletê bi dawî bûye û êdî kar pê nayê kirin? Bersiva vê pirsyarê wê dîroka jiyana vî hizirmendî bide, ji ber ku dema Maks Vîber ev pênaseya ji bo dewletê daraştî, proseya dewleta neteweyî li Ewropa a piştî nemana şerê 30 salî yê olî û navxweyî bidawîbibû û neteweyên ewropa di çarçoveya rêkeftina Wîstvaliya de pêwendiyên nû çêkirine, ji vê jî zêdetir Maks Vîber tiyora xwe ji bo dewleta netewî a ewropî dariştiye, dewletek ku dikare xudan leşkerekî bihêz be û axa xwe biparêze, helbijartinan bike û xwedî hukumeteke rewa be, deshelata serbixwe a dadwerî hebe û yasa serwer be, lewra Maks Vîber tiyora xwe ji bo dewleta bi zor hatî çêkirin û berhemê rêkeftineke veşartî wek SayksPîko daneriştiye, lewra bi dirêjiya 90 salan ji (1920-2010) her dewletek ku berhemê SayksPîko be, proseya avakirina dewletê têde biserneketiye, ev rewşe ji bo dewletên rojhilatê ewropa û dewletên berê yên Yekîtiya Sovyetê jî rastbû, her vê rastiyê we kir ku paş helbijartinên sala 1996ê Yogslafiya berê, Ferîd Zekeriya handa daku tiyora (illiberal democracy) demokrasî nelîbral li sala 1997ê dabirêje û berdewamiya ev encamên nîgetîfa avakirina dewletê di sinûrên kevin de we kir ku Ferîd Zekeriya pirsyarê li ser paşeroja azadiyê biazirîne û li sala 2003ê pirtûka (paşeroja azadiyê) belavkir, lewra berçavnegirtina ev xalên giring ji aliyê Fokoyama ve paş 2001û 2003ê, bûye hokarê li şûna ku îraqeke demokrat û federal û ferehî bi hêz çêbibe, dewleteke faşil a şîegerî û dûvelankê Îranê çêbû.

Pirsyara giring li vir ew e: gelo li gel hemû van gorankariya, gorankarî bi ser hizir û boçûnên Fokoyama de çênebûne? Derbarê bersiva vê pirsyarê Fokoyama bi xwe paş sala 2011ê û paş belavkirina pirtûka (bingehên sîstema siyasî) û herwiha li sala 2014ê jî paş belavkirina pirtûka (sîstema siyasî û hilweşandina siyasetê), zelal danpêdanê bi wê yekê dike ku sedema serhildana DAIŞê ji wê çavkanî negirtiye ku DAIŞ bi hêz e, belku DAIŞ berhema bê hêzî û faşiliya dewletên navçeyê ye, xuyaye berî her welatekî din û diyare berî faşiliya her dewleteke din berhemê faşiliya dewleta Îraqê ye, wek ku çavkaniyên emerîkî destnîşandikin, wan zêdetir ji 3 tirilyon dolar ji bo avakirina îraqê xerckirine, ev du pirtûkên nû yên Fokoyama ji bilî baweriyeke nû yê Fokoyama ye bi (sîstema siyasî li civakên nû pêgiheştî, yan civakên di qonaxa guhertinan de) di heman dem de wê yekê ji me re dibêje: dewletê bihêz yê demokrat û ferehî di nav sinûrên kevin yên dewletên Rojhilata Naverast de çênabin, zelaltir profîsor Coşiwa Landîz rêveberê navenda Rojhilata Naverast li zanîngeha Oklahoma dibêje: ne di şiyan de ye li Rojhilata Naverast destkariya rijîman were kirin, ji ber ku dewlet ji ber hev hildiweşin, ev jî heman baweriya profîsor Robin Rayt lêkolerê bilind yê peymangeha Wordo Wîlsin e ku dibêje: êdî nabe em behsa dewletên faşil bikin li Rojhilata Naverast, ji ber ku ew navçeye ji destpêkê ve bûye navçe yan herêmeke faşil.

Dewleta Kurdistanê û çareserkirina kêşeya parastina xakê

Mezintirîn armanca Emerîka û civaka nêvdewletî di proseya avakirina dewletê de, heta niha damezrandina dewletekê ye ku bikare xak û sinûrê xwe biparêze, lê ev boçûne herçiqas xwe pêve mandîkirin û çiqas pere têde hate xerckirin, derencam wek ku em niha dibînin şaş derket, li hemberê hukumeta Îraqê û Emerîka û civaka nêvdewletî bi dirêjiya salên ji 2003-2014ê, dorpêça bodce û mûçe û çek û pêwîstiyên leşkerî dabûne ser hêza pêşmergeyê Kurdistanê, bi mebesta ku pêşmerge nebe fakterekî giring ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê û ragihandina serxwebûnê, lê xuyabû ku leşkerê Îraqê bi hemû çek û pêwîstiyên leşkerî yên moderin nikarî wek pêşmerge bi çekên xwe yên kevin yên salên heştêyan ji sedsala borî li hember DAIŞê bisekinin û êrîşên wan bisekinînin. Ev îrade û qehremaniya ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi serokatiya Mesûd Barzanî nîşanî cîhanê dayî, bûye destpêka hizir kirin di têgeheke nû a dewletê de, herwiha bûye hevêna azirandina dehan pirsyar ku berî niha hizirkirin di wan corên pirsyaran di nav siyaseta nêvdewletî û sîstema cîhanî de wek corek ji qedexeyiyê dihat temaşekirin, ew pirsyar jî ew bûn, çawa hêzek li ser erdê were çêkirin wek hêza pêşmerge ku bikare terorîstan bisekinîne û ji nav bibe? Gelo çima leşkerekî mezin wek leşkerê Îraqê xwe dide dest terorîstan? Gelo çima komandoyên Emerîka û temama dewletên NATO li ser erdê şerê terorîstan nakin? Derbarê bersiva van pirsyaran de Rîçard Has di gotarekêde ku li Novembera 2015ê li malpera (Sindîkêt Procêkt) bi navûnîşana (Piştî Parîsê) belavkiriye, bi şêweyekî ne rastewxo tekezê li wê yekê dike, çêkirina hêzekê wekî hêza pêşmergeyê Kurdistanê ji bo şerê li dijî DAIŞê mehale. Heger Emerîka û Rojava dixwazin di şerê DAIŞê de biserkevin, take rê ew e ku hevpeymaniyê bi kurdan re bikin, li vê dawiyê jî li rojên 5 û 6î Kanona Yekê 2015ê li korbendeke navenda Saban li peymangeha Prokîngiz, ku li jêr navûnîşana pêwendiyên paşerojê yên di navbera Îsraîl û Emerîka de ahtibû rêxistin, eşkere Binyamîn Netenyaho tekez li ser wê yekê kir ku rewşa navçeyê bi giştî tevheve û pêwîstî bi rûbirûbûnê heye, xala giring jî di vê destpêkê de ew e, ku hêzên kurdî werin pir çekkirin û hevkariya temam a locistî werin kirin, ji ber ku ew hêza karîgerin di şerê li dijî DAIŞê de.

Ev xala ku koleka serekî a pênaseya Maks Vîber e ji bo pênasa dewletê, niha li temama Rojhilata Naverast bi Îsraîlê ve jî tenê li Kurdistan û li ew herêma ku Mesûd Barzanî serokatiyê dike heye, li ser vê pirsê û ji bo rûbirûbûna êrîşên Huzbulah û Hemasê, Netenyaho serok wezîrê Îsraîlê bi xwe danpêdanê bi wê yekê dike, ku leşkerê Îsraîlê li hember wan bê çareye ûher sal bi sedan milyon dolar dide deshelata niştimanî a Felestînê daku li ser xwe bimîne û temama Felestînê nekeve jêr deshelata Hemasê û tevheviyeke sertaserî çênebe, lewra û ji ev rastiya ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê û serkirdatiya lojîkane a Mesûd Barzanî ku karîne bingehên serekî yê dewletê dirustbikin, wiha cîhan ne tenê neçare vê dewletê wek dîfakto binase belku gereke hevkariya wê bike daku gavan ber bi serxwebûneke temam ve bavêje.

Kurdistan li qonaxa piştî serxwebûnê û beşdarbûn di civînên Civata Asayîşa Nêvdewletî de

Kêşeya serekî a Civaka Nêvdewletî bi Kurdistanê re ew e ku Kurdistan bi fermî ne dewlet e, lê dîfaktoyek çêbûye ku gereke ew wek dewleteke serbixwe muamelê pê re bikin, wek dewleteke serbixwe seredanê bikin û wek dewleteke serbixwe pêşwaziyê li serok û şandên wê herêmê re bikin, kêşeyeke din a Civaka Nêvdewletî ew e ku di dema Kurdistan karekterê serekî a şerê li dijî DAIŞê ye li ser erdê lê ew nikarin wek dewleteke serbixwe dawetî civînên rêxistina neteweyên hevgirtî û civînên civata asayîşê bikin, nikarin rastewxo daxwazên wê li dadgeha tawanên nêvdewletî wergirin, herwiha ji ber ku Kurdistan bi fermî ne dewlet e, Civaka Nêvdewletî nikare yekser hevkariya Kurdistanê bike daku bi şêwazê diyalog bi welatên cîranên Kurdistanê re pêwendiyên paş qonaxa serbixweyiyê dabirêje, derbarê van kêşeyan de li raporta (avakirina dewletê li Kurdistana Îraqê) hejmarek rasparde danîne ber destê civaka nêvdewletî ku dergehekî ji bo van kêşeyan vedike:

1- Civaka Nêvdewletî radispêre ku li jêr navê (Arria Formula) rastewxo kar bi Herêma Kurdistanê re were kirin û Herêma Kurdistanê dawetî Civata Asayîşê were kirin û bi şêweyekî rastewxo pêre biaxifin di derbarê pilana Herêma Kurdistanê de ji bo dobare rêxistina Kurdistanê li qonaxa piştî serbixweyiyê.
2- Civaka Nêvdewletî radispêre ku hevkariya Herêma Kurdistanê bin di diyaloga bi Bexdadê re, herwiha bi herdu dewletên Turkiya û Îranê re ji bo diyalog û rêkeftin li ser pêwendiyên paş serxwebûnê û pêwendiyên abûrî yên di navbera wan de.
3- Civaka Nêvdewletî radispêre ku êdî dijatiya kurdanj neyê kirin ji bo ragihandina dewleta Kurdistanê, ji ber ku kurdan dest bi proseya damezrandina dewletê kiriye û baştire hevkariya kurdan were kirin daku dewleta Kurdistanê bibe cihekî aram û hevpeymanekî seqamgîr li şerê dijî DAIŞê, her di vê raportê de amaje bi axaftina Mesrûr Barzanî rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê hatiye kirin ku di derbarê serbixweyiyê de gotiye: eger Kurdistan dewletekî serbixwe be, wê bikare rolekî karîgertir di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de bilîze, ji ber heger Kurdistan dewlet be wê bi xwe rêkeftinan ji bo kirîna ew çekên ku pêwîstî pê ye îmze bike û bikire.
4- Civaka Nêvdewletî û bi taybetî rêxistina giştî a neteweyên hevgirtî û ajansên ser bi wê rêxistinê ve, radispêre daku li ser astê mirovî rastewxo kar bi Herêma Kurdistanê re bike , niha li Îraqê 8.2 milyon kes pêwîstî bi alîkariyên bilez hene, ji vê jimarê 3 milyon koçberên navxwe ne û zêdetir ji 25- hezar awarene, ji vê jimarê li gor banka nêvdewletî 1.60 milyon kes li Kurdistanê ne, ji vê hejmarê 157 hezar xêzanin ku dike 946 hezar kes ku erebê îraqê ne ku ji tirsa tundûtîjiya Bexdad û bajarên din Îraq berdane û berê xwe dane Kurdistanê, texmîna banka nêvdewletî ji bo rêvebirina awareyên li Kurdistanê 1.4milyar dolar e.

Lewra û ji ber van rastiyan ku Herêma Kurdistanê li ser erdê dirustkiriye, niha li navendên biryarçêkirinê li welatên Ewropa û Emerîka û herwiha li ser astê siyaseta herdu aliyên Etlesî (Trans-Etlentîk), axaftin li ser dewleta Kurdistanê wek dewleta dîfakto bûye rastiyek, Herêma Kurdistanê kariye piştgiriya van aliyan bidestxîne û hemû daxwaz dikin ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê werin pirçrkkirin û pêwîstiyên leşkerî û diravî û mirovî ji bo Herêma Kurdistanê werin dabînikirin, lê wek ku di raporta avakirina dewletê li Kurdistana Îraqê zelal amaje pê hatiye kirin, di navbera dewletên Ewropa û Emerîka de û di çarçoveya siyaseta TransûEtlantîk de, hemahengiyeke hevbeş tuneye daku bi hev re hevkariya kurdan bikin û pêwendî û şêwazê muamelekirina welatên herêmî û civaka nêvdewletî bi Dewleta Kurdistanê re di qonaxa paş serxwebûnê de rêkbixin, di vê derbarê de rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê, ji sala 2014ê ve ev cara çwareme ku tekezê li ser wê yekê dike ku pêwîste proseya rêfrandomê li temama başûrê Kurdistanê were encamdan bi Kerkûk û temama navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê, daku encamê vê rapirsiyê bibe bingeheke yasayî û cemawerî û nêvdewletî daku dewleta Kurdistanê were ragihandin û pêwendiyên paş qonaxa serxwebûnê diyar bike.

Wergêran j.k.x
K.Kalo
Top