• Monday, 01 July 2024
logo

335 kesên din bi Koronayê ketine

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
335 kesên din bi Koronayê ketine
4 kes jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li Kurdistanê 335 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 158 kese.
Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 111 berketiyên berê baş bûne û 4 kes jî canê xwe ji dest dane.
Top