• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Alman daxwaza demokrasiyeke zêdetir li Tirkiyê kir

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Wezîrê Alman daxwaza demokrasiyeke zêdetir li Tirkiyê kir
Wezîrê Berpirsê Karûbarên Ewrûpa Mîchael Yê Almanyayê Roth bi riya vîdeo-konferansê li gel hevserokên HDPê Perwîn Bûldan û Mithat Sancar civiya û bang li Tirkiyê kir ku di warê azadiya raderbirînê û mafê mirovan de gavên zêdetir bavêje.

Roth, li ser hesabê xwe yê Twitterê behsa vê hevdîtinê kir û got, wî civîneke têr û tije li gel Bûldan û Sancar encam daye û got, azadiya raderbirînê û mafên mirovan ne tenê taybetmendiyên baş in, ew di heman demê de kevirên bingehîn yên demokrasî û rênimayên hiqûqî ne jî.

Di hevdîtinê de li kêleka Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Feleknas Uca û Leyla Îmret jî beşdar bûne. Di hevdîtinê de hevserokên HDPê behsa guvaşa desthilata AKP li ser HDP û opozîsyonê kirine û biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) di derbarê Demîrtaş de jî xistine rojevê.

Rudaw
Top