• Monday, 01 July 2024
logo

Wezareta Berevaniya Efxanistanê: Ji duhî de herî kêm 90 çekdarên Talibanê hatine kuştin

Gulan Media March 10, 2021 Nûçe
Wezareta Berevaniya Efxanistanê: Ji duhî de herî kêm 90 çekdarên Talibanê hatine kuştin
Wezareta Berevaniya Efxanistanê ragihand, hêzên wan di 24 saetan de herî kêm 90 çekdarên Taliban kuştine.

Wezareta berevaniya Efxanistanê ragihandiye, hêzên wan ji duhî de li herêmên Fariyab, Qendihar û Zabilê operasyonên berfireh li dijî çekdarên Taliban dane destpêkirin.

Li gorî agahiyên wezaretê, di wan operasyonan de herî kêm 90 çekdar hatine kuştin û gelek çekdar jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên han, li Fariyabê 24 çekdarên Taliban hatine kuştin û 15 çekdar jî birîndar bûne, li Zabilê 35 çekdar hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne. Li Qendiharê jî 31 çekdar hatine kuştin û 8 çekdar jî birîndar bûn.

Basnews
Top