• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Mistefa Kazimî nîşan da

Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Mistefa Kazimî nîşan da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştevaniya xwe ji bo banga Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ya destpêkirina diyalogeke niştimanî ji bo çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê tekez kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Twîttera xwe nivîsî: “Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêşwazî û piştevanî li banga Serokwezîrê Hikûmeta Federalî birêz Mistefa Kazimî dikim, ji bo guftûgoya niştimanî di navbera aliyên Iraqê de ji bo çareserkirina rîşeyî ya hemû pirsgirêk û nakokiyan.”

Serokwezî Mesrûr Barzanî di dirêjahiya twîtên xwe de tekez kir, “Herwiha amadehiya xwe nîşan didin ji bo rêkeftin û çareseriya bingehîn û yekcarî ya hemû pirsgirêkên di navbera Hikûmeta federalî û Herêma Kurdistanê de li gor binemayên destûrê.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro di gotareke xwe de daxwaz kir ku ji bo rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, diyalogeke niştimanî bê kirin û li ser hemû astan.

Diyar kir jî, gotûbêj dê ji bo wê yekê bin, çareseriyeke bingehîn ji bo temamê pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê de were dîtin.
Top