• Monday, 01 July 2024
logo

Li Çemçemalê perde li ser peykerê ‘‘Na ji bo tundûtîjî’’ hat rakirin

Li Çemçemalê perde li ser peykerê ‘‘Na ji bo tundûtîjî’’ hat rakirin
Di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê roja jinên kedkarên cîhanî de duh li navçeyên cuda yên herêma Kurdistanê gelek çalakî birêve çûn û li bajarê Çemçemalê jî peykerê na Ji bo Tundûtîjiyê perde li ser hate rakirin.

Qaymeqamê qeza Çemçemalê Remek Remezan îro 09.03.2021ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îsal cuda ji salên borî bi boneya 8ê Adarê gelek çalakiyên cuda cuda birêve çûn. Yek ji wan jî danîna peykerekî bû ji aliyê hunermendê peykersaz Zahir Sidîq ve ku red kirin û dijatiya hember tundûtîjiyê radigehîne.’’

Hunermendê şêwekar Zahir Sidîq jî di civîneke çapemeniyê de ragehand: ‘’Peykerê hatiye danîn wateya red kirina tundûtîjiyê ye.’’

Herwaha got: ‘’Ez keyfxweşim îsal bi rêya vî karî ve xizmetekî bigehînim tekoşîna jinan.’’

Derbarê peykerê hatiye danîn de jî wî hunermendî got: ‘’Ev peyker du metreyan bilinde û bi fiberglass hatiye çêkirin û xwe li hember germe û sermaye jî dikare bigre.’’
Top