• Monday, 01 July 2024
logo

Rûsye dest bi topbaran kirina Tirkiyeyê kir

Rûsye dest bi topbaran kirina Tirkiyeyê kir
dibêje hedefa serekî armancên Erdoganin.

Tvyeke Rûsî dibêje armanca serekî armancên Erdoganin.
Kanaleke Rûsî ya eniya neteweperest ya Rûsî bi navê Tsargrad derbarê bordiman kirina cîhadiyên Sûrî yên ser bi Tirkiyeyê li derdorê Laziqiyeyê nûçeyek weşandiye.
Tsargrad di nûçeya xwe de behsa vê yekê kiriye ku niha Rûsye dest bi topbaran kirina Tirkiyeyê kiriye lê niha tenê li Sûriyeyê ye.
Li gor nûçeyê, armanca serekî ya êrîşên Rûsyeyê bo ser cîhadiyan di rastî de topbaran kirina armancên Erdogane.
Di berdewamiya nûçeya han de hatiye diyarkirin ku sala derbasbûyî jî li Îdlbiê Rûsye li hêzên Tirkî daye û 30 heta 60 çekdarên Tirk hatine kuştin û Tirkiye jî li hember vê yekê bêdeng bûye.

K24
Top