• Monday, 01 July 2024
logo

10 terorîstên DIŞIê hatine kuştin

10 terorîstên DIŞIê hatine kuştin
li çiyayê Îdaye pêgehên terorîstên hatine bordimankirin.


Li Nînowayê hatine kuştin.

Artêşa Îraqê belav kir ku, îro sêşem balefirên hevpeymaniya cîhanî dijî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Nînowayê êrîşeke asmanî pêk anîne.

Li gor daxuyaniya artêşa Îraqê di encama operasiyona han de herî kêm 10 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Di operasiyonê de pêgehên terorîstên DIŞIê li çiyayê Îdaye ya li Rojavayê parêzgeha Nînowayê hatine bordiman kirin û ji navbirin.
Top