• Monday, 01 July 2024
logo

Hijmara qurbaniyên teqîna Bexdayê zêde bûn

Hijmara qurbaniyên teqîna Bexdayê zêde bûn
welatiyek canê xwe ji dest daye.


Duhê direngiya şevê teqîn çê bibû.

Duhê bi şev li navçeyên Kazimiye û Ezemiyeya Bexdayê du teqîn çê bibûn û li gor amarên ku duhê bi şev hatibûnbelav kirin, 8 kes di wan teqînan de birîndar bibûn.

Lê îro sêşem çapemeniya Îraqê belav kir ku, hijmara qurbaniyan zêde bûye û di encama wan her du teqînan de welatiyek canê xwe ji dest daye û 10 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gor jêderên tendirostî, birîna piraniya birîndaran sivêk bûye û hatine dermankirin lê yek ji wan birîna wî gelek dijwar bûye û rixmî hewldanên nûjdarî lê canê xwe ji dest daye.

Basnews
Top