• Monday, 01 July 2024
logo

Papa Francis peyamek bo serokên Îsraîl û Tirkiyê şand

Papa Francis peyamek bo serokên Îsraîl û Tirkiyê şand
Papa Francis di dema serdana xwe ya dîrokî de bo Iraq û Herêma Kurdistanê di esmanê Îsraîl û Tirkiyê re derbas bû. Papa li esman bi rêya Kontrola Peywendiya Esmanî ya Îsraîlê silav û peyameke aştiyê bo Serokê Îsraîlê Reuven Rivlin şand. Di vegerê de jî di esmanê Tirkiyê re derbas bû û peyameke hevşêwe bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şand.

Peyama Papa Francis a bo Serokê Îsraîlê ji aliyê Firokevaniya Firokeyê ve hat tomarkirin. Ofîsa Serokê Îsraîlê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir, berpirsên firokexane û kontrola firokevaniyê li bakurê welat, spasiya firokevanan kir û peyama Papa gihandin serokê welat.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Peyam bi serokê welat hatiye gihandin û gelek kêfxweş bûye bi gotinên mîhrebanî yên Papa Francis ku bi xwe peywendiyeke germ û nêzîk li gel heye.”

Reuven Rivlin li hejmara xwe Twitterê jî li ser mijarê peyamek belav kir û got, “Spas Papa Francis.”

Herwiha Papa Francis di dema vegerê de jî li esmanê Tirkiyê, peyameke hevşêweyî peyama bo Serokê Îsraîlê, ji bo Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî bicî hişt.

Papa di wê peyama xwe ya bo Erdogan de gotiye, “Di dema vegerê de ji geşta xwe, ji Iraqê ve bo Romayê, di esmanê welatê we re derbas bûm. Hêviyên baş bo we dixwazim û dua bo te û xelkê Tirkiyê dikim.”

Papayê Vatîkanê Papa Francis roja 05ê Adarê gihişt Bexdayê û piştî geşteke 3 rojî li Iraq û Herêma Kurdistanê, roja 8ê mehê vegeriya bo Vatîkanê.

Rudaw
Top