• Monday, 01 July 2024
logo

Konsulxaneya Amerîkayê: Serdana Papa ya Kurdistanê pêşdebirina pêkvejiyanê ye

Konsulxaneya Amerîkayê: Serdana Papa ya Kurdistanê pêşdebirina pêkvejiyanê ye
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê bi zimanên Kurdî (Soranî-Kurmancî), Îngîlîzî, Erebî û Suryanî, payemek derbarê serdana Papa Francis ya bo Hewlêrê de belav kir û ragihand, serdana Papa bo Herêma Kurdistanê pêşdebirina pêkvejiyanê ye.

Konsulxaneya Amerîkayê li gel peyamê, wêneyekî Papa Francis jî daniye ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê tê kirin û tê gotin, “Em gelek kêfxeş in bi dîtina gihiştina dîrokî ya Papa o Herêma Kurdistanê. Ev serdana dîrokî ya Papa pêngaveke din e bo arasteya pêşdebirina pêkvejiyana aştiyane di navbera xwediyên bîr û baweriyên ciyawaz de.”

Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê behsa wê jî kir, “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê, berdewam dibe li ser pişevanîkirina pêkvejiyana aştiyane û lixwegirtina hemû ayînan û qebûlkirina hemû bîr û baweriyên ciyawaz li seranserê Herêma Kurdistanê û Iraq û tevahiya cîhanê.”

Konsulê Brîtanyayê yê li Herêma Kurdistanê jî kêfxweşiya xwe li beramber serdana Papa Francis bo Hewlêrê nîşan da û ragihand, “Şerefeke mezin bûm ku li wir bûm”.

Konsulê Brîtanyayê yê li Hewlêrê James Thornton, hejmareke wêneyên xwe li Lîstikgeha Şehîd Franso Herîrî li hejmara xwe ya Twitterê belav kirin û ragihand, “Merasîma îro ya Papa Francis li Hewlêrê tijî bû ji xweşî û şadî. Şerefeke mezin bû ku li wir bûm.

Di beşeke din a peyama xwe de Konsulê Brîtanyayê nivîsandiye, “Civaka Krîstiyan li Herêma Kurdistana Iraqê aştiyane li gel Misilmanan, Êzidî û pêkhateyên din dijîn. Hêvîdar im bê pêkvejiyanê dirêjî hebe.”

Herweha Konsulê Fransa li Herêma Kurdistanê Olivie Dikotigins çend wêneyên duh yên lîstikgeha Franso Herîrî danîne.

Yek ji wêneyan di dema amadekariyan de ji bo pêşwazîkirina Papa Francis û nivîsandiye, “Ev der Lîstikgeha Franso Herîrî ye ku tê de Papa Francis rêûresma xwe ya dawî di serdana xwe ya bo Iraqê encam dide. Ev lîstikgeh bi navê kesayetiyeke mezin ya Kurdistanê ye ku Kiristyanekî Aşûrî xelkê Herîr bû. Ew kesayetî di xebata Kurdî de beşdar bûye, parêzgarê Hewlêrê bû û piştre di sala 2001an de bû qurbanê êrîşeke terorîstî.”

Sibeha roja Yekşemê (07.03.2021) Papayê Vatîkanê Papa Francis ji Bexdayê gihişt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê ji aliyê Serok, Serokwezîr û berpirsên din û nûnerên pêkhateyan ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirinê de ji Papa re ragihand, “Em bi hemû pêkhateyên Kurdistanê ve şanazî bi serdana re dikin û.. her tim li gel aştî û diyalogê ne.”

Piştî serdana bo Hewlêrê, Papa Francis li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û berpirsên din ve malavayî lê hat kirin.

Rudaw
Top