• Monday, 01 July 2024
logo

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: 344 kesên din bi Koronayê ketin

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: 344 kesên din bi Koronayê ketin
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê hişyarî da û ragihand, bila ti kes şîret û tenduristiyê li hember Koronayê sist neke.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî îro li Hewlêrê vaksîna Koronayê li xwe da û piştî lêdana vaksînê daxuyanî da rojnamevanan.

Dr. Saman Berzencî li ser belavbûna Koronayê hişyarî da û ragihand, mixabin roj bi roj hejmara pêketiyan zêdetir dibe û vîrusa nû ya Koronayê zêdetir û zûtir belav dibe.

Dr. Berzencî her wiha got, ji ber wê jî bila ti kes şîret û tendbîrên tenduristiyê sist neke. Eger ew sist bin em neçar dimînin tedbîran tund bikin.

Wezîrê tenduristiyê anî ziman jî, wezîrê tenduristiya Iraqê ji wî re gotiye dê roja 15 vê mehê 187 hezar doz vaksîna Koronayê bigehîje Kurdistanê.

Wezîrê tenduristiyê amarên nû yên Koronayê jî ragihand û got, mixabin di 24 satên borî de 344 kes bi Koronayê ketine ku piraniya wan bi Koronaya nû ketine.

Dr. Saman Berzencî da zanîn jî, ji duhî de 4 kes jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.


Top