• Monday, 01 July 2024
logo

Berdevkê HSD: Serdana Papa hêviyek li ba me çêkir

Berdevkê HSD: Serdana Papa hêviyek li ba me çêkir
Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Kîno Gabriel derbar serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistanê de ragihand ku wê sedana Papa hêviyek ji bo Krîstiyanên herêmê çêkiriye.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriyel beşdarî bultena Rûdawê bû têkildarî serdana Papayê Vatîkanê Papa Francis bo Herêma Kurdistaê axivî.

Kîno Gabriel derbarê serdana Papa ji bo Herêma Kurdistanê de ragihand, ku ew serdan ji bo parastina Krîstiyanan girîng e û hêviyek li cem wan çê kir.

Gabriel wiha got: “Ez wekû kesekî mesîhî, serdana Papa Francis bo Iraq û Kurdistanê cihê şanaziyê dibînim. Her tişt li aliyekî, lê pitşevanî û piştrastkirina wî ya ji giringiya pêkvejiyan û aştiyê re li Rojhilata Navîn, Iraq û Kurdistanê, û Sûriye jî ji bîr nekir, peyamekê li xwe hildigire. Wekî din jî, vê hatina wî ji bo me Mesîhiyan bi hemî beşên xwe ve ku li Rojhilata Navîn dimînin û warê wan e, pir giring e.”

Di berdwamiya axavtina xwe de Gabriel got: “Li aliyê din, fişara ku li Mesîhiyan bû û giringiya ku Papa didayê ji bo man û parastina Mesîhiyan û hejmara wan li Rojhilata Navîn û li Iraqê bi taybetî, cihêkî xwe yê taybet li cem me heye, loma, ev yek jî li hikûmetên Rojhilata Navîn vedgire ku wan biparêzin û rê li ber êrîşa li ser wan bê girtin.”

Bedevkê HSDê hêvî kir ku Papa careke din serdanê Rojvayê Kurdistanê bike û got: “Bi rêya kenala we, ez Papa vedixwînim ku carekê were serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê bi giştî bike û peyama aştiyê bi xwe re bîne û bibe destek ku çareseriyeke siyasî were peydakirin ku mafê hemî pêkhateyên li xwe bigire. Serdana Papa ji bo Iraqê dibe alîkar ji bo hevgirtin û kewandina birînên wan û em hêvî dikin ku ji bo Sûriyeyê rojek li hev were.”

Derbarê azmûna pêkvejiyana li Rojavayê Kurdistanê Gabrîel got ku ew hêvî dikin ku aliyên li derdora wan sûdê jê wergirin.

Rudaw
Top