• Monday, 01 July 2024
logo

HRE`yê li Efrînê li dagirkeran da; leşkerek û 4 çete hatin kuştin

HRE`yê li Efrînê li dagirkeran da; leşkerek û 4 çete hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku di çalakiyên hêzên wan ên li Efrînê de, leşkerekî artêşa Tirk û 4 çeteyên wê hatine kuştin.

HRE`yê ragihand ku hêzên wan di navbera rojên 1 û 4`ê Adarê de, li hember artêşa dagirker û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistin. HRE`yê detayên van çalakiyan wiha parve kirin:

“- Roja 1’ê Adarê, li Ezazê seyareyeke girêdayî serçeteyekî hat şewitandin.

- Roja 2`yê Adarê, li navenda Efrînê çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman rojê de, li navçeya Şêrawa li hember mewziyên artêşa dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de seyareyeke zirxî bi cureya Kirpî hat rûxandin. Der barê kuştî û birîndarên dijmin de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

- Roja 3`yê Adarê, li herêma Efrînê, li ser rêya Cindirêsê, li hember bendeke kontrolê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

- Roja 4`ê Adarê, li gundê Meryemînê yê navçeya Şera, li hember artêşa dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Her wiha di vê çalakiyê de 1 seyareya pîkap hat rûxandin û yek jî hat derbkirin."

Top