• Monday, 01 July 2024
logo

Papa: Demek bû min dixwest werim Kurdistanê

Papa: Demek bû min dixwest werim Kurdistanê
dibêje li Kurdistanê azadî heye.


Hatime ev xaka han pîroz bikim.

Papaya Vatîkanê îro yekşem serdana Kurdistanê kir û li balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê û hijmareke din ji rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.

Di dema pêşwaziyê de Papa ji Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bi îşaret kirin bi erdê got: Gelek kêfxweşim ku liwir we dibînim.

Pişt re di civînekê de ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cîgirê Serokê herêmê û Cîgirê Serokwezîr û SSekretera Parlementoyê jî têde beşdarbûn, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bixêr hatina Papa kir û ragihand ku serdana we bo deverê gelek girîng û bûyereke mezin ya dîrokiye, cîhê şanazî û serfiraziya me û tevahiya gelê Kurdistanê ye.

Di berdewamiya axaftinên xwe de Nêçîrvan Barzanî got: Baweriya me ya temam bi pir olî û azadiya olî, bihevre jiyana aştiyane û lêbûrînê heye, jiber ku ev taybetmendiyên han beşeke dîrokî ji nasname û çanda gelê Kurdin, û em bi her awayî bi tevahiya hêza xwe ve berevanî ji çanda han dikin.

Barzanî got: Em hertim li gel aştî û diyalogê bûne û teror û tundûtîjî red dikin, ti carî rê nadin ti pêkhateyeke olî anjî etnîkî li Kurdistanê de bibe qurbaniya teror û tundûtîjî.

Barzanî diyar kir ku demeke dirêje ku pêkhateyên Kurdistanê bihevre rûbirûyê teror û dîktatoriyetê bûne, bihev re qurbaniyên gelek mezin jî dane, rabirûdeyeke me ya hevbeş heye, û bo pêşerojeke baştir em hemû bi hevre kar dikin, pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê zengîniyên mezinin bo Kurdistanê, lewre em naxwazin ne mesîhî ne jî êzidî û ti pêkhateyeke din ji Kurdistanê koç bike.

Nav hatî anî ziman ku mesîhî jî beşeke serekî û resen ji civaka Kurdistanê ne, aştîxwazin û roeleke wan ya berçav û mezin di awedan kirin û pêşde birina Kurdistanê de heye.

Barzanî di dawiya axaftinên xwe de ji papa re got we bereket aniya bo Kurdistanê em li hêviya duayên xêr yên we bo Kurdistan û tevahiya pêkhateyên Kurdistanê ne.

Di berdewamiya civînê de jî papa jî spasiya Serokê herêma Kurdistanê, hikûmet û gelê Kurdistanê kir û got; Spas bo pêşwaziya we ye gerim, demek dirêj bû ku min dixwest serdana Kurdistanê bikim, kêfxweşim ku îro min karî daxwaza we bicîh bînim û serdana Kurdistanê bikim, rêzdariya min bo we heye jiber ku rixmî ku di şer de bûn, lê we bi germî pêşwaziya awareyên mesîhî yên Mûsil û deşta Neynewayê û pêkhateyên din kir, we hembêza xwe bo mesîhiyan vekir.

Papa got: Hatime daku li gel we dua bo we, mesîhiyan û tevahiya mirovatiyê bikin, dijmin hat daku ew welata han têk bibe lê we bi resenatiya xwe dijmin têk bir û welatê xwe awedan kir û pêşwaziya awereyan û pêkhateyên din kir. Şer wêran kirin û jinav birine, lê we bi resenatiya xwe dijmin têkbir û welat awedan kir.

Papa got: Ez hatime ev axa han pîroz bikim, hun paqêj û bisozin û destê xwe dirêjî her kesekî ku pêdiviyê hevkariyê bûye dirêj kiriye, bo min jî dua bikin spas bo wan tiştên ku bo tevahiya pêkhateyên din dikin. Li Kurdistanê azadî heye, dîsa spasiya we dikim bo pêşwaziya gerim yaku ji min kir.

Top