• Monday, 01 July 2024
logo

Emniyeta Tirkiyê bo jinan bi 6 zimanan projeyek da destpêkirin, lê cih neda Kurdî

Emniyeta Tirkiyê bo jinan bi 6 zimanan projeyek da destpêkirin, lê cih neda Kurdî
Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê, ji bo rûbirûbûna tundûtûjiya li beramber jinan projeyek bi 6 zimanan da destpêkirin, lê cih bi zimanê Kurdî neda. Ev biryara Emniyetê rastî nerazîbûneke mezin hat.

Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di çarçova rûbirûbûna tundûtûjiyê û parastin û piştgiriya bo jinan de, li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê projeyeke bi navê KADES da destpêkirin.

Rêveberiya Giştî ya Emniyeta Tirkiyê di daxuyaniyekê de destpêkirina wê projeyê bo piştgiriya jinan ragihand û aşkere kir ku dê bi 6 zimanan xizmetguzarî bê pêşkêşkirin.

Di çarçova wê projeya bi navê “Piştevaniya Bilez Bo Jinan” de li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, bi zimanên Tirkî, Rûsî, Fransî, Erebî, Farisî û Îngîlîzî xizmetguzarî tê pêşkêşkirin.

Lê tevî ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan jin hene ku jibilî Kurdî ti zimanekî din nizanin, Emniyeta Tirkiyê cih bi zimanê Kurdî nedaye û ev yek rastî nerazîbûneke mezin hat.

Hejmareke zêde ya siyasetmedar, nivîskar, hunermend û xelkê, nerazîbûn nîşanî wê biryara Emniyeta Tirkiyê dan û daxwaz kirin ku zimanê Kurdî jî li wê projeyê bê zêdekirin.

Herwiha li tora civakî ya Twitterê jî karvedaneke zêde li ser vê mijarê çê bû û “Kurdî” cihê xwe di nav trendan de girt.

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu li hejmara xwe ya Twitterê ragihand, “Li ser vê axê bang û hewarên li dijî tundûtûjiyê bi Kurdî jî bilind dibin.”

Wekîla Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş got, “Kurdî ku duyem ziman e herî zêdê li Tirkiyê pê tê axaftin, nîne. Cudakarî bi ziman destpê dike. Emniyet bo hemwelatiyên Kurd girtî ye?”

Parlamenterê Partiya DEVA Mustafa Yeneroglu jî nerazîbûn nîşan da û got, cihnedana bi zimanê Kurdî di projeya Emniyetê de “bi qasî cudakariyek e ku bi milyonan xelkê tune dihesîbîne, helwesteke kompleksî e jî.”

Hunermendê navdar Ahmet Guneştekîn jî nerazîbûna xwe bi vî awayî derbirî, “Helbet, li vî welatî navê jinên Kurd nîne?”

Guneştekîn amaje bi teoriyeke berê ya netewperestên Tirk jî kir ku ji bo înkarkirina Kurdan pêk anîbûn û got, “Kart kurt, kart kurt, kart kurt…”

Nivîskar Îlhamî Işik jî got, “Qey li vî welatî Kurd najîn. An jî li vî welatî jina Kurd qet nîne.” Işik wêneyê jineke Kurd jî belav kir ku li Agiriyê hatibû kuştin û got, “Tirkî nedizanî, bi hovane hat kuştin.”

Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî nerazîbûna xwe derbirî, “Gelo ma Kurd ne hemwelatiyên vê Komarê û Kurdî ne zimanê vê erdnîgariyê ye?”

Ev projeya Emniyetê di demekê de ye ku li Tirkiyê bûyerên kuştina jinan roj li pey roj zêde dibin û Sîbel Ozdemîr, Rêvebera Şaxa Rûbirûbûna Tundûtûjiya li Hember Jinan û Tundûjiya di Nava Malê de ser bi Rêveberiya Giştî ya Emniyetê, ragihand ku di sala 2020an de 267 jin di encama tundûtûjiyê de hatine kuştin.

Derbarê projeya Emniyetê de jî ku cih bi Kurdî nehatiye dayîn, Ozdemîr got, heta niha ji aliyê zêdetirî 1 milyon û 500 hezar jinan ve ew sepan hatiye daxistin û ji destpêkirina projeyê ve 92 hezar gilî hatine tomarkirin.

Rudaw
Top