• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê diyariyek pêşkêşî Papa kir

Serokê herêmê diyariyek pêşkêşî Papa kir
Îro danê sibê gehêşte Hewlêrê.

Piştî ku îro danê sibê Papaya Vatîkanê gehêşte Hewlêrê û ji aliyê rayedarên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin, civînên wî yên li gel rayedarên Kurdistanê destpê kirin.

Di civînan de behsa rewşa pêkhateyên olî û etnîkî yên li Kurdistanê û çend mijarên din hate kirin.

Piştî bi dawî hatina civînan û beriya ku Papa ber bi Mûsilê ve birê bikeve, Serokê herêma Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê diyariyên binirx pêşkêşî Papayê kirin.

Yek ji wan diyariyan selîbek bû ku bi awayeke geleke baş hatibû xemilandin.

Papa jî bi wergirtina diyariyan gelek kêfxweş bû û spasiya Serokê herêmê û hikûmeta Kurdistanê jî kir.

Top