• Monday, 01 July 2024
logo

Kalemêrekî Efrînî di bin eşkenceya çekdarên Tirkiyê de hat kuştin

Kalemêrekî Efrînî di bin eşkenceya çekdarên Tirkiyê de hat kuştin
Kalemêrekî kurd yê Efrînî bi destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hate eşkencedan û kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Şêxmûs Qasim yê 73 salî ku roja 3ê Adara îsal ji aliyê grûpa çekdar Feyleq El-Şam ve hatibû revandin, ji ber ku di girtîgehê de rastî eşkenceyên hovane hatibû, ji ber wê çekdaran malbata wî agahdar kirin da ku wî veguhêzin nexweşxaneyê, lê di rê de canê xwe ji dest da.

Wê rêxistinê diyar kir, Şêxmûs Qasim roja 3ê vê mehê ligel Mihemed Xelîl Hac Şêxo û Seîd Qenber ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şam ve hatibûn revandin.

Ev ne cara yekem e welatiyekî Efrînê di bin eşkenceya hovane ya grûpên çekdar de tê kuştin. Ji ber ku ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de û heta niha, zêdetir ji 40 welatiyên Kurd di bin eşkenceya çekdaran de hatine kuştin.

Basnews
Top