• Monday, 01 July 2024
logo

Kiliçdaroglu: Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike

Kiliçdaroglu: Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser nîqaşên derbarê girtina HDPê de got “Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike.” Kiliçdaroglu herwiha tekez kir ku divê biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yekser bên cîbicîhkirin û Selahattin Demirtaş û Osman Kavala jî yekser bên berdan.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu beşdarî bernameyeke televizyonê bû û mijarên di rojevê de nirxandin. Li ser axaftina Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ku daxwaz kiribû HDP bê girtin û destpêkirina lêpirsînê ji aliyê Dadgeha Bilind ve, Kiliçdaroglu got: “Eger hun bi girtina HDPê 6-6.5 milyon kes ceza bikin navê vê ne demokrasî ye. Kiyanên qanûnî tawanan nakin, mirovên di nav de dikarin tawanan bikin. Ji xwe derbarê wan de eger tiştek hebe hun dozê vedikin. Hun mafdar in an na ew jî ne diyar e, ji ber biryareke diyar a dadgeriyê nîne. Ya rast tabloya ez dibînim ev e: Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike.”

Kiliçdaroglu berê tîrên xwe da Erdogan û got: “Ez bawer nakim Erdogan li ser mijarekê kûr fikirî be û analîz kiribe. Heta roja îro jî min qet bawer nekiriye. Erdogan axaftina xwe ji Autocue dike. rexne nakim çima wiha dike. Lê teksta dideynin ber tenê dixwîne, zêde berê xwe nade naveroka wê. Plana Çalakiyan a Mafên Mirov, ji xwe berî niha Yekîtiya Ewropayê dixwest kar li ser bê kirin û hat kirin, lewra em dizanin dema xistin pêş Erdogan, ew jî derket xwend.”

Kiliçdaroglu dibêje: “Eger di cîbicîhkirina planê de ji dil in, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yekser bên cîbicîhkirin. Selahattin Demirtaş û Osman Kavala yekser bên berdan. Dadgerên biryarên Dadgeha Destûrî cîbicîh nekin yekser ji kar bên dûrxistin, ji ber evna ne dadger in. Wan fermana otorîteya siyasî anîne cih. Eger Erdogan ji dil e yê ew biryar daye û dadgerên biryara Dadgeha Destûrî cîbicîh nekirine divê bên dûrxistin. Çend gavên wiha baş biavêje emê jî bibêjin gavên ji dil tên avêtin û bawer bikin.”

Li ser nîqaşên derbarê girtina HDPê de jî Kiliçdaroglu got: “Eger hun bi girtina HDPê 6 - 6.5 milyon kes ceza bikin navê vê ne demokrasî ye. Kiyanên qanûnî tawanan nakin, mirovên di nav de dikarin tawanan bikin. Ji xwe derbarê wan de eger tiştek hebe hun dozê vedikin. Hun mafdar in an na ew jî ne diyar e, ji ber biryareke diyar a dadgeriyê nîne. Ya rast tabloya ez dibînim ev e: Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike. Hun çawa deng nadin min, çawa deng didin partiyeke din! Kurdên mihafezekar jî dijî vê yekê ne. Em jî hêmanên bingehîn ên vî welatî ne. Em jî li vî welatî dijîn. Li Enqerê, Diyarbekir, Rîze, Trabzon û her cihî em jî hene. Me Şerê Rizgariya Neteweyî bi hevre kir. Me ji bo serxwebûna vî welatî bi hev re xebat kir. Çima hun me ceza dikin! Bêguman Kurd jî bi awayekî mafdar reaksyoneke wiha pêşan didin.”

Rudaw
Top