• Monday, 01 July 2024
logo

Berdevkê eşîrên ereb li Kurdistanê: Herêma Kurdistanê her dem piştevanê mesîhiyan bûye

Berdevkê eşîrên ereb li Kurdistanê: Herêma Kurdistanê her dem piştevanê mesîhiyan bûye
Berdevkê desteya serok eşîrên ereb li deverên Kurdistanî dibêje, Herêma Kurdistanê di şerê DAIŞê de û piştî wê jî himbêza xwe bo mesîhiyan vekiriye.

Berdevkê desteya serok eşîrên ereb li deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Muzahim Hiwêt li ser serdana Papa bo Kurdistanê ji BasNewsê re got, helbet serdana Papa bo Kurdistan û Iraqê gelekî girîng e û dixwaze rewşa mesîhiyan bibîne.

Muzahim Hiwêt her wiha got, divê ev peyam bigehîje Papa ku Herêma Kurdistanê her dem piştevan û parêzvanê mesîhiyan û pêkhateyên din bûye.

Bi gotina wî serkirdeyê ereb, Herêma Kurdistanê çi di şerê DAIŞê de çi piştî şer, hembêza xwe bo mesîhiyan vekiriye û bi germî pêşwazî li wan kiriye.



Basnews
Top