Qaymeqamê Hemdaniye: Serdana Papa bo Qereqûşê dilgermiyek e bo vegera koçberên mesîhî
![Qaymeqamê Hemdaniye: Serdana Papa bo Qereqûşê dilgermiyek e bo vegera koçberên mesîhî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/3184d56558af6a6335c858f4eb94aef8_L.jpg )
Qaymeqamê bajarokê Hemdaniye li deşta Neynewa li parêzgeha Mûsilê, Îsam Behnam ji BasNewsê re got, nahiya Qereqûş ya Hemdaniyê xwe baş amade kiriye bo pêşwazîkirina Papa. Serdana Papa bo Qereqûş û deşta Neynewa, dilgermiyek e bo mesîhiyên ku ji ber şer koçber bûne da ku dîsa vegerin ser cih û warê xwe.
Qaymaqamê Hemdaniyê da zanîn jî, zêdetirî 4500 mal û xaniyên mesîhiyan ji aliyê DAIŞê ve hatine wêrankirin, bi dehan dêr hatine teqandin û zêdetirî 3 hezar malbatên mesîhî jî koçber bûne.
Basnews