• Monday, 01 July 2024
logo

Îro roja azadiya Silêmanî ye

Îro roja azadiya Silêmanî ye
raperîn di 5ê Adarê de destpê kiribû.


Di Adara 1991an de hate azadkirin.

Di çarçoveya raperîna mezin ya gelê Kurdistanê yaku di roja 5ê Adara 1991an li dijî rejîma Bes ya li Raperînê ( Raniyeyê) destpê kiribû, piştî azad kirina Raniyeyê, gelê Kurd raperîna xwe domand û gehêşte Silêmanî jî.

Di encama raperînê de roja 7ê Adara 1991an, bajarê Silêmanî jî ji destê rejîma Bes hate rizgarkirin.

Şêniyên Silêmanî li gel xelkên derdor sibeha zû ya 7ê Adarê dest bi raperîneke mezin kirin û tevahiya dezgehên fermî yê rejîmê dorpêçkirin û piştî pevçûneke dijwar lê demkurt, bajar bi temamî ji aliyê xelkê ve hate rizgarkirin.

Top