• Monday, 01 July 2024
logo

Pkk 6 mehe malbetek girtiye

Pkk 6 mehe malbetek girtiye
endamê malbeta wan berê berpirsê fermangeheke darayî ya HSDê bûye.


Ev malbet ji 6 kesan pêk hatiye.

Li gor zaniyariyên berdest, ev du meha PKK li bajarê Kobanê, 6 endamên malbetekî girtiye.

Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku ev her 6 kes endamên malbeta endamekî berê yê HSDê bi navê Sofiyan Hûsên Hesenin,

Nav hatî beriya niha berpirsê fermangeheke darayî ya HSDê bûye lê ev du heme reviyaye û ji Kobanê derketiye.

Pkk daxwaz ji endamên malbeta wî dikin ku li ser Sofiyan zaniyarî bidin wan, lê Sofiyan jî ji Kobanê derketiye lewre ev her 6 endamên malbetê niha di destê pkkê de weke dîl girtîne.

Weke tê zanîn ev duyemîn bûyere ku li Rojavayê Kurdistanê jiber dev ji berdana endamên HSDê, malbetên wan ji aliyê PKKê ve weke dîl têne giritn. Beriya niha li Minbicê jî bûyereke wisa qewmî bû.

Top