• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel wezîrekî Mecaristanî civiya

Serok Barzanî li gel wezîrekî Mecaristanî civiya
Kurdistan û Mecaristan têkiliyên xwe bihêztir dikin.


Behsa bihevre jiyana pêkhateyan li Kurdistanê de kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê dewletê Mecaristanê yê bo karûbarê pêkhateyên mesîhî di nava hikûmeta vê welatî de Tristan Azbej kir.

Di civînê de ku Konsulusê Mecaristanê yê li Hewlêrê István Emri jî têde beşdar bû, wezîrê dewlet yê bo karûbarên mesîhiyan di nava hikûmeta Mecaristanê de Tristan Azbej spasiya herêma Kurdistanê kir ku rewşeke wisa afirandiye ku tevahiya pêkhateyên etnîkî û olî li herêma Kurdistanê bihevre di nava aştî de dijîn.

Nav hatî herwiha diyar kir ku Mecaristan serfiraze ku hêzên wan yên leşkerî li cem herêma Kurdistanê bihevre şerê dijî terorê kirine.

Ev wezîrê han ev yek dubare kir ku hevkarî û hemahengiya Mecaristanê li gel Kurdistanê berdewam dibe û zêdetir jî dibe û spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir ku, mêwandariya bi sedan hezar aware û penaberan kirine.

Di berdewamiya civînê de jî Serok Barzanî spasiya Mecaristanê kir ku di şerê dijî terorê de li gel herêma Kurdistanê bûye.

Pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Mecaristanê mijareke din ya civîna han bû.
Top