• Monday, 01 July 2024
logo

Li Xurmatû ciwanek ji aliyê hêzên asayîşê ve hate kuştin

Li Xurmatû ciwanek ji aliyê hêzên asayîşê ve hate kuştin
Roja 05.03.2021ê şev li bajarê Xurmatû ciwaneke tirkmen ê bi navê Mihemed Burhan ji aliyê hêzên asayîşê ve hate kuştin.

Berpirsê lijneya navçeya Xurmatû yê PDKê Erselan Elî ji BasNewsê re ragehand, îşev ji aliyê hêzên bersivdana lezgîn ve ciwanekî bi navê Mihemed Burhan hate kuştin ku ew bi netewe tirkmen e.

Herwaha got, ew hêz çûbûn ji ber biryara girtina wî heye wî ciwanî bigrin, lê wî ciwanê xwe avêtiye çek û hêzên asayîşê jî gule li wî berdane û ew kuştine.

Derbarê bûyerê de BasNewsê peyvendî li gel rêveberê polîsê Xurmatû pêkanî, lê got ji ber carê ew mijûlê lêkolîna li ser bûyerê ne ti tiştek negotin.

Basnews
Top