• Monday, 01 July 2024
logo

Tabloya Papa pêşkeşî Berhem Salih kirî çi wateya xwe heye?

Tabloya Papa pêşkeşî Berhem Salih kirî çi wateya xwe heye?
Bo yekem car, Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana Iraqê kir û berpirsên bilind pêşwazî lê kir, serdana kesayetiyekî li cîhanê berçav, wekî bûyereke giring lê tê seyrkirin, ji bo vê yekê jî, amadekariyên cûrbecûr li Iraq û Herêma Kurdistanê bo pêşwaziya li Papa tên kirin.

Serokomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, di dema pêşwazîkirinê de ji Papayê Vatîkanê tabloyekî ku li Vatîkanê hatiye duristkirin wergirit, tablo jî logoyeke ku serdana Papa bo Iraqê vedihewîne.

Her sê wêneyên ku li ser tabloyê hatin nexşandin, ev in: Dema ku Pêxember Îbirahîm Ûrû bi cih hişt, nexşeya Îraqê û wêneyê dara xumeyê. Her wêneyek wateyekê li xwe digire.

Pêxember Îbirahîm bi bavê dînên asmanî (Cihû, Xiristiyan û Îslam) tê naskirin, li cem Kiristiyan û Misilmanan jî cihekî xwe yê bilind heye. Danîna wêneyê wî pêxemberî tê wateya hevgiritin û pêkvejiyana ayînan. Pêxember Îbirahîm, li bajarê Ûrû ku li Başûrê Îraqê dikeve, ji dayîk bûye û biryar e ku Papa Francis serdana şûnwarên wî bajarê mêjûyî jî bike.

Papa Francis, li hemberî papayê berî xwe, têkiliya wî di gel dînên din û bi taybetî Îslam, baştir e û pêşwaziyê li giftûgoya di navbera ayînan de dike, û xwe wekî dost û birayê civaka Îslamî nîşan daye û rêza ayînên din ên pîroz digire da ku ev yek bo peydakirina hêvî û aştiyê li cîhanê bibe destek.

Wekî din, nexşeya Îraqê tê wateya serdana Papa Francis a yekemîn bo vî welatî, û dara xurmeyê ya ku li Ûrûyê şîn hatiye, ew jî amaje bi şûna jidayîkbûna Pêxember Îbirahîm dike.

Li binê logoyê, bi hejmarên Romanî tarîxa serdana Papa bo Îraqê ku ji 5-8ê Adara 2021ê ye, hatiye nivîsandin.

Lewra, Francis dibe yekem Papa ku serdana Iraqê dike, û dibêje ku Îraqiyan berî niha çaverêyê Papa John Polê duyem bûn, lê wê çaxê rêdan ji bo serdaneke wisa nebû, lê vêga ew dixwaze ku peyama biratî, aştî û pêkvejiyanê ji hemî pêkhatî û ayînên Îraqê re bîne.

Şemiyê ber bi parêzgeha Necefê ve diçe û li wê derê Ayetullah Elî Sîstanî -lêvegerê bilind ê Şî’iyan lê Îraq- dibîne, Papa Francis bi wê baweriyê dibêje: “Li warê Îbirahîm, li gel rêberên ayînên din, pêk ve ber bi armacên hevpar gavan diavêjin ” û dûre berê xwe dide şarê Ûrûyê.

Roja yekşemê jî, ber bi Hewlêrê ve tê û li Firokexaneyê ji aliyê berpirsên hikûmî û ayînî ve pêşwazî lê tê kirin û di eynî rojê de diçe Mûsilê û ji bo qurbaniyên şer nimêj dike û dûre diçe kinîşra Tahîre ya gewre ya li Qereqûşê.

Di heman rojê de, li yarîgeha Franso Herîrî ahenga Esira Yekşemê ya Kiristaniyan tê lidarxistin. Roja Duşemê vedigere balafirxaneya Bexdayê û li wê derê bi merasîmekê xatir jê tê xwestin.

Berî serdana wî bo Iraqê, piraniya şar û şaroçkeyên ku biryar e Papayê Vatîkanê serdana wan bike, nepenî bûn ji aliyê ewlehiyê ve dihatin parastin. Wekî din, kolan û kinîşt hatin şûştin û paqijkirin û alaya Vatîkanê bi dîwaran ve hatibû bilindkirin û girêdan.

Rudaw
Top