• Monday, 01 July 2024
logo

Ofîsa Merciya Şîeyan beyanameyek derbarê hevdîtina Papa Francis û Sîstanî de belav kir

Ofîsa Merciya Şîeyan beyanameyek derbarê hevdîtina Papa Francis û Sîstanî de belav kir
Ofîsa Merciya Şîeyên Iraqê beyanameyek derbarê civîna Sîstanî û Papa Francis de belav kir.

Îro 06.03.2021ê Papa Francis serdana Necefê kir û li gel Merciya Şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî civiya.

Piştî civînê ofîa Merciyê Şîeyên Iraqê Ayetulla Elî Sîstanî ragehand, Sîstanî û Papa Francis guftûgo derbarê wan astengiyên rastî mirovahiyê hatine kirine û amaje bi rola baweriya bi xwedê û peyamên wî kirine.

Di beyanameyê de tê gotin, Papa û Sîstanî guftûgo derbarê çend babetekî din ên peyvendîdar bi mirovahiyê ve kirine, ku wek zulm, hejarî, tundiya olî û fikrî, dijatî kirina azadiyan, nebûna dadperwerî, şer, dorpêçên aborî û koçberî û pirsgirêka Filîstînê jî hatiye guftûgo kirin.

Ofîsa Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê amaje bi wê yekê jî kir ku Sîstanî behsa rola kesayetiyên bilind ên olî ji bo sînordar kirina wan pirsgirêkan kiriye û hêvî xwestiye ku ew kesayetiyane, welat û bi taybet jî hêzên mezin teşfîq bikin bo çareser kirina pirsgirêkan bi awayekî aqilane û dûrketina ji şer.

Ayetulla Elî Sîstanî behsa pêgeha Iraqê û dîroka wê kiriye û hêvî xwestiye ew krîz û pirsgirêkên naha derbas bike û Mesîhî jî li Iraqê di nav aramî û bi aştiyane û dabîn kirina mafên destûrî ve jiyan bikin.

Basnews
Top