• Monday, 01 July 2024
logo

Papa Francis û Elî Sîstanî hevdîtin pêk anîn

Papa Francis û Elî Sîstanî hevdîtin pêk anîn
Papayê Vatîkanê Papa Francis serdana bajarê Necefê kir û bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî re hevdîtinek pêk anî.

Îro şemiyê 6ê Adara 2021ê li Necefê bi çendîn diruşmên aştî û alayên Iraq û Vatîkanê, pêşwazî li Papa Francis hat kirin, piştre civîna Papa û Elî Sîstanî dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand; îro Papa Francis dê serdana muzexaneya Nasiriye û şûnwarên dîrokî yên Ûrê bike.



Duh 5ê Adara 2021ê, Papa Francis gihîşte Bexdayê û ji aluyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û hejmarek rayedarên din ên Iraqê ve li Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hat pêşwazîkirin, piştre li Koşka Bexdayê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Papa li Bexdayê serdana Dêra Seyîde Necat kir û peyameke pêkvejiyanê pêşkêş kir.

K24
Top