• Monday, 01 July 2024
logo

Amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina li Papa di asteke bilind de ne

Amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina li Papa di asteke bilind de ne
Wezareta Derve ya Iraqê tekez dike, amadekariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina li Papa Francis, di asteke bilind de ne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji K24ê re ragihand, Papayê Vatîkanê sibe li Necef bi Elî Sîstanî re hevdîtinê dike, ev jî peyamek ji hemû olan re ye ku her dem ku ew xwedî nêrîneke hevpar in.

Destnîşan kir jî, hemû cihên ku dê Papa serdana wê bike, tedbîrên ewlekariyê lê hatine girtin.

Ehmed Sehaf got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevahengiya ligel Hikûmeta Federalî de, amadekariyên temam girtine. Bi taybet li Hewlêr û Qereqoş amadekariyên ewlekariyê di asteke bilind de ne. Ev jî li cem me wek Hikûmeta Federalî, cihê şanaziyê ye.”

Îro Papayê Vatîkanê bi serdaneke dîrokî gihîşt Bexdayê û li firokxaneya Bexdayê ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ve hat pêşwazîkirin. Biryar e jî roja 7ê Adarê Papa bigihe Hewlêrê û li stada navdewletî ya Franso Herîrî ligel bi hezaran welatiyên Kiristiyan dê ji bo aştiyê dua bike.

K24
Top