• Monday, 01 July 2024
logo

Sala 1925 Kurdek ji ber parastina Ermeniyan ji aliyê Papa ve hat xelatkirin

Sala 1925 Kurdek ji ber parastina Ermeniyan ji aliyê Papa ve hat xelatkirin
Di Şerê Cîhanî yê Yekem de Ermenî ketin ber êriş û komkujiya Osmaniyan ku wan êrişan Krîstiyanên li Başûrê Kurdistanê jî li xwe girtibûn. Mihemed Şemedîn, nimûneyek ji axayên Kurd e ku di wê serdemê de Krîstiyan parastin û her ji ber wê yekê jî ji aliyê Papayê Vatîkanê yê wê demê ve hat xelatkirin.

Se'ed Mihemed Hacî Axa, neviyê Mihemed Şemedîn, axayê Silêvaniyê ye, pêncî salan bapîrê wan jiyabû. Ji ber rola wî ya di parastina Ermenan de di komkujiya dewleta Osmanî di navbera salên 1916 ta 1918, sala 1925 ji aliyê Papayê Vatîkanê Piusê 11 ve bi rêya Wezareta Derve ya Vatîkanê hat xelatkirin. Ev nêzikî çerxekê ye ew, xelata zêr û spasnameya Papa di nav mala xwe de vedişêrin.

Se'ed Mihemed Hacî Axa, kesayetiyê naskirî, dibêje, “Me wek binemala Hacî Axa, her ji sala 1958, 1975 û ta 1991 ev xelat dest bo dest di nav mala xwe de parastiye.”

Mihemed Şemedîn Axa, yekem Serokê Bajarvaniya Zaxoyê bû di sala 1920an de û paşê bûbû Qayimqamê Zaxo û piştre jî wek Nûnerê Kurdan di dema damezrandina Civata Niştimanî di serdema Melik Feyselê Yekem de bûbû endam.

Qeşe Pols Hena, ji sala 1973an ve qeşe ye û 11 sal e xanenişîn bûye, bi rêya metranxana wî nameya gihiştibû Vatîkanê ku diyar kiribû, Mihemed Axa li ava Hîzil li Zaxo beramber hêzên Osmanî rawestiya, paşê li ser milkê xwe li taxên bêdar û kêste Krîstiyan bicihkirin.

Pols Hena Huzî, qeşeyê Xanenişîn, dibêje, “Metranxaneya me yekem metranxane bû li Zaxo û dema ku 24 demjimêran lîwayeke leşkerî ji Mûsil gihişt Zaxo, metran û Mihemed Axa hatin û gihiştin Zaxo bo parastina Krîstiyanan.”

Avzirîkê gundekî Ermeniyan e li nahiya Batêl, çîroka rizgarbûna wan ji bav û bapîran bo wan hatiye vegerandin, lewma hê jî peywendiyên wan li gel binemala Mihemed Şemedîn Axa ku kesayetiyê Misilman bû xurt in.

Nêrsîk Xerîb, muxtarê gundê Avzirîka yê Krîstiyanan, dibêje, “Bapîrên me li şikefta Mara bûn, Mihemed Axa rabû çû cem wan, ji wan re got, malên xwe bar bikin werin cem me. Wê demê siwarên Hemîdî hatin ber avê ji bo jinavbirina Krîstiyanan, wî ji wan re got vegerin, hûn venegerin ji vir ta Cizîra Botan dê kelex bikeve pişt kelex.”

Serkîs Yûsif, Krîstiyan, dibêje, “Mamê min bi taybetî digot min, bimirim jî hûn wan jibîr nekin. Bibin pir jî bila ew di ser we re biçin, bi Încîl û Quranê ew Krîstiyanên Zaxo jî wan xilas kirine, ne ti kes û axayên din.”

Li Zaxo nêzikî 2000 malbatên Krîstiyan hene û zêdetirî 20 gundên wan li Zaxo hene.

Rudaw
Top