• Monday, 01 July 2024
logo

Îro salvegera rêkeftina Cezayîrê ye

Îro salvegera rêkeftina Cezayîrê ye
dixwestin tevgera azadîxwaz ya Kurdistanê tune bikin.


Li dijî Kurd û şoreşa Kurdî bû.

Di roja 6ê Adara 1975an de di navbera hikûmeta Îraq û rejîma Îranê de bi organîzatoriya welatê Cezayîrê rêkeftinek li dijî Kurd û şoreşa Kurdistanê hate îmzekirin.

Armanca rêkeftina han dorpêç kirina şoreşa mezinya Îlonê bû ku bi Rêberatî û Serokatiya Mele Mistefa Barzanî destpê kiribû.

Armanca herî mezin ya rêkeftina han yaku bi rêkeftina Cezayîrê jî tê nasîn dorpêç kirina şoreşa Kurdî û ji nav birina tevegera azadîxwaz ya Kurdistanê bû.

Li gor rêkeftinê, rejîma vê demê ya Îraqê dev ji nîveya zêdetir ya Şetûlereb ber dide û radestî Îranê dike û li hember de jî rejîma Îranaê lazime hevkariya temam ya rejîma Îraqê bike bo dorpêçkirin û ji nav birina şoreşa Kurdî û tevegera azadîxwaz ya Kurdistanê.

Di dîroka Kurdistanê de ev rêkeftina han weke pilangeriyeke herêmî ya girseyî li dijî gelê Kurdistanê tê nasîn.
Top