• Monday, 01 July 2024
logo

Grûpeke çekdar: Ji ber serdana Papa me êrîşên xwe ragirtin

Grûpeke çekdar: Ji ber serdana Papa me êrîşên xwe ragirtin
Grûpa Seraya Ewliya el-Dem ku berpirsyaretiya xwe ji êrîşa ser Hewlêrê ragihandibû, derbarê serdana Papa Francis de bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, di dema serdanê de, ew ê hemû êrîşên xwe rabigirin.

Di daxuyaniyekê de grûpa Seraya Ewliya el-Dem pêşwazî li serdana Papa dikin û bi zilamekî baş bi nav dikin û dibêjin, ew pêşwazî li serdana Papayê Vatîkanê bo axa pîroz û axa pêxemberan dikin û eger serdan di wê dema ku keçên Êzdî û Krîstyan bûne qurbanî û ji sisiya yek axa Iraqê kete destê DAIŞê de, wê demê, wê bandor li ser wijdana kesên ku êş û azar dîtine zêdetir bûya.

Seraya Ewliya el-Dem amaje bi wê yekê dide ku hemû corên êrîşan ji ber serdana Papayê Vatîkanê radigirin û dibêje, ji ber rêza pêşewa Seyid Sîstanî û ji ber ku ew rêzê li mêvanan digirin, weke Amerîkiyan zulmê li mêvanê Iraqiyan nakin, ji ber vê yekê em hemû corên êrîş û kiryaran radigirin.

Ew grûpa çekdar derbarê êrîşa ser bingeha serbazî ya Eyn Esed jî dibêje, pîrozbahî li mucahidan dikin û destxweşiyê li wan dikin ku operasyoneke pîroz û hûr ya Eyn Esed, dagîrker êşandin û cihên wan jinavbirin.

Şeva Duşembê 15ê Sibata 2021ê demjimêr 09:30 deqe çend mûşek li çend cihên nêzîkê Firokexaneya Hewlêrê ketin xwarê. Yek ji mûşekan jî li Cadeya 40 Metrî ya bajarê Hewlêrê ket xwarê.

Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku di encama êrîşa mûşekî de bo ser hêzên wan li Hewlêrê, kesekî sivîl ku belênder bûye hatiye kuştin, pênc belênderên din birîndar bûne û serbazekî Amerîkî jî birîndar bûye.

Piştî êrişê jî, grûpeke milîsan a bi navê “Seraya Ewliya El Dem” ku navê wê nû ye û berê nehatiye bihîstin, di daxuyaniyeke nivîskî de berpirsatiya êrişê li xwe girt û ragihand, ew dê li ser êrişên xwe yên bo ser hêzên Amerîka, Tirkiye û Îsraîlê berdewam bin.

Derbarê êrîşa mûşekî de bo ser Hewlêrê, roja 25ê Sibata 2021ê Amerîkayê çend pêgehên taybet bi grûpên çekdar ên nêzîkê Îranê li navçeya Bûkemal nav axa Sûriyê li ser sînorê rojavayê Iraqî bordûman kirin û di encam de bi kêmanî 22 çekdar hatin kuştin.

Rudaw
Top