• Monday, 01 July 2024
logo

Qeys Xezelî: Erdogan dixwaze êrişî Şingalê bike

Qeys Xezelî: Erdogan dixwaze êrişî Şingalê bike
Emîndarê giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî dibêje, zanyariyên wan hene ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze di demsala havînê de êrîşek bo ser Şingalê bê encamdan û ew jî amade ne ku li dijî artêşa Tirkiyê çekên xwe rakin.

Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî dibêje, Tirkiye hewldide Şingal, Telefer, deşta Neynewa û beşek ji parêzgeha Kerkûkê dagir bike û dixwaze hêza Tirkiyê li van navçeyan bisepîne ku beriya niha ji aliyê Osmaniyan ve hatibûn dagirkirin.

Qeys Xezelî diyar kir ku haya wan ji vê plana serokomarê Tirkiyê heye ku wê vê havînê êrîşî Şingalê bikin, di heman demê de jî ew amade ne li dijî vê hewla dagirkeriyê ya Tirkiyê çekan rakin.

Herwiha Xezelî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî kir ku sîstema berevaniya esmanî xurt bike da ku bikarin rûbirûyê êrîşên Tirkiyê bibin û got Iraq dikare wê sîstemê ji Amerîkayê jî bikire da ku serweriya Iraqê pê biparêze.

Rudaw
Top