• Monday, 01 July 2024
logo

Almanya: Divê Tirkiye demildest biryara DMMEyê bicîh bîne

Almanya: Divê Tirkiye demildest biryara DMMEyê bicîh bîne
Almanyayê daxûyaniyek li ser plana çalakiyên mafên mirovan a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan da û ragihand ku ewê li bendê bin ka wê Tirkiye heya civîna Konseya Ewroyayê di navbera rojên 9-11ê Adarê de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bicîh bike yan na.

Wezareta Derve ya Almanyayê radigihîne ku li Tirkiyê girtina rojnamevan, kesayetên opozîsyonê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û tometbarkirina xelkê bi karên terorî, di van salên dawiyê de gihîştine astekî metirsîdar, lewra eger plana çalakiyên mafên mirovan bê bicîhkirin, wê di warê başkirina rewşa mafên mirovan a li Tirkiyê de pêşketin bêne tomarkirin ku jixwe Tirkiye di ber bicîhkirina yasayên navdewletî de jî berpirs e.

Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje jî divê Tirkiye demildest biryarên DMMEyê bicîh bike, bi taybetî jî di mijara azadkirina Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala de.

Elmanya dibêje, wê Konseya Ewropayê çavdêriya vê proseyê bike û rojên 9-11ê Adara îsal de jî dê ew konsey bicive û lê binêre ka Tirkiyê ew biryar bicîh kirine yan na.

Selahedîn Demîrtaş ji 2016an ve li bajarê Edîrneyê zindanîkirî ye û tevî biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê jî ku ji Tirkiyê hatibû daxwazkirin demildest bê berdan, lêbelê heta jî Demîrtaş nehatiye berdan. Alîgirên HDPê jî bi vê çalakiyê daxwaz dikin Demîrtaş bê azadkirin.

Ev di demekê de ye ku Daîreya Mezin ya DMME roja 22yê Berfenbara 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Rudaw
Top