• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê civiya

Serokwezîr li gel Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê civiya
dibêje lazime pêşiya binpêkirinên li Efrînê were girtin.




Behsa rewşa Sûriyeyê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê îtîlafa nîştimanî ya Sûriyeyê û şandeke pê re kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro pêncşem 4 Adara 2021an me pêşwaziya Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê Nesir Herîrî û şanda pê re kir.

Di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Sûriye û deverê û hewldanên çareser kirina kêşeyên Sûriyeyê hatin nirxandin.

Serokê îtîlafa nîştimaniya Sûriyeyê spasiya helwestên dostane yên herêma Kurdistan yên ku li hember gelê Sûriyeyê, daxwazên reva û bi taybetî mêwandarî kirina sedan hezar Penaberê Sûrî li herêma Kurdistanê ku rixmî rewşa dijwar ya abûrî pêşwazî û hevkariya wan hatiye kirin, kir.

Me behsa vê yekê kir ku herêma Kurdistanê piştîvaniya tevahiya hewlên bo çareser kirina kêşeyên Sûriyeyê bi awayeke aştiyane dike ku bi arasteya aştî û aramiya deverê û dabîn kirina mafên tevahiya pêkhate û gelên Sûriyeyê , di nava wan de misoger kirina daxwazên reva yên gelê Kurd li vê welatî de, dike.

Me herwiha dilgiraniya xwe ya li hember binpê kirinên ku li Efrînê qewmîne diyar kir û hêviya vê yekê xwest ku pêşiya wan binpêkirina were girtin.

Top