• Monday, 01 July 2024
logo

202 kesên din bi Koronayê ketin

202 kesên din bi Koronayê ketin



Berketiyek jî canê xwe ji dest daye.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî 202 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Hewlêrê hatiye tomarkirin ku 114 kese.

Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de 132 berketiyên berê baş bûne û berketiyek jî canê xwe ji dest daye.
Top