• Monday, 01 July 2024
logo

Hikûmeta Polonyayê karwaneke din hevkarî şande Kurdistanê

Hikûmeta Polonyayê karwaneke din hevkarî şande Kurdistanê
Ev hevkariyên han hevkariyên tendirostî ne.
Îro di merasîmeke de ku balyozê Polonyayê yê li Îraqê, berpirsê fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, Konsulusê Polonyayê yê li Hewlêrê û hijmareke diplomat ji her du aliyan têde beşdar bûn, karwaneke din ya hevkariyên Polonyayê yên bo Kurdistanê hate radestkirin.
Ev karwana han pêk hatiye ji pêdiviyên nûjdarî û tendirostî û herwiha pêdiviyên din yên bo aware û penaberên li Kurdistanê de.
Ev hevkariyên han di merasîmê de radestî wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê hatin kirin.
Top