• Monday, 01 July 2024
logo

Hûrgiliyên êrişa mûşekî ya ser Hewlêrê û îtîrafên yek ji tometbaran

Hûrgiliyên êrişa mûşekî ya ser Hewlêrê û îtîrafên yek ji tometbaran
Dije Terora Kurdistanê hûrgiliyên êrişa mûşekî y abo ser Hewlêrê û deqa îtîrafên yek ji “tometbarên sereke” yên wê kiryarê belav kirin. Li gor îtîrafên wî tometbarî ew mûşek “ji aliyê Îranê ve hatine çêkirin.”

Di daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê de amaje bi wê hatiye kirin, 4 kes “encamderên sereke” yên êrişa ser Hewlêrê bûn û wan karîne yek ji wan tometbaran desteser bikin bi navê, “Heyder Hemze Ebas Mistefa Beyatî” û îtîraf bi tawanê kiriye û “bi şêweyekî temam behsa çawaniya encamdana êrişê kir.”

Wek ku Dije Terora Kurdistanê amaje pê kiriye, “Piştî hevbeşkirina encamdana lêkolînê li gel dezgehên emnîyên hikûmeta federal û Heypeymanan, encamderekî din ê êrişê ji aliyê dezgehên emnî yên hikûmeta federal ve hatiye desteserkirin. 2 tawanbarên din jî mane ku hewl û pêdaçûn berdewam in ji aliyê dezgehên emnî ve bo desteserkirina wan. Ji ber vê sedemê jî di îtîrafên (Heyder Hemze Ebas Mistefa Beyatî) de navên encamderên din hatine derxistin û nehatine eşkerekirin.”

Ew tometnarê êrişê dibêje, ew sala 1983an ji dayîk bûye, xelkê gundê Qeredax e ser bi Hemdaniyê ve. Niha rûniştvanê bajarokê Cebat e ser bi parêzgeha Hewlêrê ve. Ew tometbar dibêje, Mijdara 2020an kesek nas kiriye ku ser bi “Ketayîbî Seydulşûheda ye” û paşê jî kesekî din nas kiriye û wan biryar daye “otomobîleke ji corê KIA bikirin ji bo êrişî ser Firokexaneya Hewlêrê bikin.”

Heyder Hemze Ebas Mistefa Beyatî dibêje, ji bo kirîna otomobîlê li gel kesekê (navê wî di îtîrafan de hatiye rakirin) çûne Hewlêrê û daxwaz ji wan hatiye kirin ku kaskêt û mask girê bidin, ji bo rûyê wan di kamêrayên nav pêşangehê de dernekevin.

Wek ji tometbar dibêje, piştî ku otomobîl kirîne ew birine Mûsilê û di meha Sibatê de jî kesekê (navê wî hatiye rakirin) peywendî bi tometbar kiriye û pê gotine, “Kesek heye dixwaze karta niştecihbûnê derxîne. Min ew kes li gel xwe anî îqamê. Wî kesî dixwast karta niştecîbûnê bo roja kiryarê amade bike… kart derxist û vegeriya.” Paşê 15ê Sibatê peywendî bi Beyatî ve kiriye ûû daxwaz lê kiriye ku biçin Mûsilê. Paşê vegeriyane Hewlêrê û çûne bo cihê encamdana êrişê.”

Li gor gotian Beyatî, paşê daxwaz jê hatiye kirin bêyî otomobîl biçe Mûsilê û li wir 4 kes dîtine (navên wan hatine jêbirin). Wan kesan jî otomobîleke corê Chevrolet Optra li gel wan bû û ji wan re gotine “herin Hewlêrê” û ew jî bi teksî tên. Paşê Beyatî şandine bo ku rêberiya otomobîla KIA bike ji bo gihîştina bo cihê êrişê li Hewlêrê.

Li gor îtîrafên wan tometbaran, mûşek ji aliyê “Îranê ve hatine amadekirin” û piştî êrişê jî vegeriyane Mûsilê.

Rudaw
Top