• Monday, 01 July 2024
logo

Hewlêr – Perpûna vîrusa koronayê bi karmendên tenduristiyê ve destpê kir

Hewlêr – Perpûna vîrusa koronayê bi karmendên tenduristiyê ve destpê kir
Perpûna vîrusa koronayê moleta bikaranînê wergirt û helmeta perpûna karmendên tenduristiya Hewlêrê ve destpê kir.

Îro 04.03.2021ê bi amadebûna wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û parêzgerê Hewlêrê ve helmeta vaksîn û perpûna karmendên tenduristiya Hewlêrê ya dijî vîrusa koronayê destpê kir û yekem kesê perpûn lê hate dayîn karmendekî tenduristiyê yê bi navê Goran Osman Bayiz bû li binkeyê tenduristiyê yê Şemamk a Hewlêrê, k udi beşa çavdêriya hûr li nexwaşxaneya Rojava ya ji bo çareseriya pêketina vîrusa koronayê kar dike û yekem perpûn wî wergirt.

Helmeta perpûnê li herêma Kurdistanê bo karmendên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê û ew kesên ku pêwîstiya wan heye jî berdewam dibe û bi geheştina karwaneke din ê perpûnê ve helmeta vaksîn û perpûnê dê berfirehtir bibe.

Basnews
Top