• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka û YE sizayên Navalny li ser Rûsyayê sepandin

Amerîka û YE sizayên Navalny li ser Rûsyayê sepandin
Amerîka û Yekîtiya Ewropayê (YE) ji ber jehrkirin û girtina rêberê opozîsyona Rûsya Aleksei Navalny, hejmarek ji berpirsên Rûsya ceza kirin.

Wezareta Darayî ya Amerîka, berpirsên gelek paye bilinyên hikûmeta Rûsya yê ceza kir. Kesên ku hatine cezakirin, serokê istîxbaratê, cîgirê serokê ofîsa Vladîmîr Putin, 2 cîgirên wezîrên berevaniyê, berpirsên karûbarên navxwe di ofîsa Putîn de, û çend saziyên din yên grîng hatine cezakirin. Bi tevahî 7 berpirs û 14 sazî hatine cezakirin.

Yekîtiya Ewropa jî îro ragihand ku wan gelekî berpirsên bilind li Rûsya ceza kirine, di nava wan kesan de dozgerê giştî, serokê dadgeha ku Navalny ceza kiriye û serokê pasewanên niştimanî û çend kesên din hatine cezakirin.

Herwiha Brîtanya jî bi kêfxweşî pêşwazî li ser sizayên Amerîka û Yekîtiya Ewropayê Kir. Di derbarê mijarê de Wezîrê Dervê yê Brîtanyayê Domînîc Raab di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got “ ji ber ku Rûsya rêz li lixwegirtinên îekên kîmyewî û mafên mirovan negirtiye ji bo ku bi hevparên xwe yên navdewletî re ji Rûsyayê hesab bipirsîn, em ê ji nêz ve hevkariyê bidomînin”

Serkirdeyê opozisyona Rûsyayê Alexei Navalny di meha Tebaxa 2020an de hatibû jehrîkirin û piştî wê yekê bo Berlînê hatibû veguhastin û ji hingê ve heya niha li Almanyayê dihat dermankirin.

Navalny yek ji siyasetmedarên pir tund li dijî Serokê Rûsya Vladimir Putîn e û heta niha çend caran hatiye girtin.

Rudaw
Top