• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel ENKSê civiya

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ligel ENKSê civiya
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî li bajarê Hewlêrê ragihand; ligel ENKSê Rewşa siyasî, geşedanên li herêmê, şerê terorê, rewşa mirovî li Sûriyê û astengên ku li herêmê derketine holê, gotûbêj dikin.

Nesir Herîrî li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê ligel Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) civiya û berî civînê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ragihand: “Em spasiya birayên me yên li Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyê (ENKS) dikin, ku ew pêkhateyeke girîng e û pêwendiyeke me ya baş ligel Herêma Kurdistanê heye. Em rûbirûyî astengên hevbeş bûne li herêmê, ku ji wan herî girîng; reftarên xirab ên Îranê ye li herêmê.”

Li ser rola Herêma Kurdistanê di pêşwazîkirina awareyên Sûriyê de diyar kir: “Rola Herêma Kurdistanê di şoreşa Sûriyê de roleke mezin bû di pêşwazîkirina awareyan de.”

Li ser mijarên ku di civînê de werin axaftin eşkere kir: “Rewşa siyasî, geşedanên li herêmê, şerê terorê, rewşa mirovî li Sûriyê û astengên ku li herêmê derketine holê.”

Nesir Herîrî got: “Em dixwazin Sûriye, ya xelkê Sûriyê bibe, ti ajendayeke derve li Sûriyê tunebe.”

Li ser binpêkirinên li herêma Efrînê diyar kir: “Ez nabêjim rewş ji sedî sed baş e, li wan deverên azadkirî asteng û pirsgirêk hene. Pênc milyon welatiyên Sûriyê tê de dijîn, hemû pêkhateyên gelê Sûriyê tê de dijîn. Şaneyên razayî yên Qaîde û rejîm û milîsên Îranê tê de hene, heta PKK jî heye.”

K24
Top