• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêmê li gel Şêwirmendê wezareta derve ya Îraqê civiya

Serokê herêmê li gel Şêwirmendê wezareta derve ya Îraqê civiya
dibêje ev serdana han gelek girîng û dîrokiye.
Behsa amadekariyên serdana Papayê kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê wezareta derve ya Îraqê û hevdem Serokê komîteya amadekar ya serdana Papayê bo Îraqê Nizar Xeyrulah kir.

Di civînê de Nizar Xeyrulah bi kurtî behsa amadekariyên heyî yên bo serdana Papa bo Îraqê kir û spasiya hevkarî û hemahengiya aliyên têkildar yên Kurdistanê jî kir.

Her di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ragihand ku serdana Papa û Îraq û Kurdistanê serdaneke girîng û dîrokiye û xwedan bandoreke cîhaniye.

Herwiha eşkere kir ku ev serdana han deriyên zêdetir bo Îraq û Kurdistanê vedike jiber ku Pap di serdana han ya girîng de gelek peyamên girîng jî pêşkêş dike.

Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku tevahiya pêkhateyan bi serdana han kêfxweşin û dibe faktereke girîng bo bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan.

Top