• Monday, 01 July 2024
logo

Neteweyên Yekbûyî: Hemû aliyên Sûriyê tawanên şer encam dane

Neteweyên Yekbûyî: Hemû aliyên Sûriyê tawanên şer encam dane
Komisyona Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolînên Rewşa Sûriyê eşkere kiriye ku hemû aliyên beşdarên şer li Sûriyê tawanê şer kirine û di zîndanên xwe de girtî êşkence kirine.

Li gor Komisyonê ku lêkolîn li ser 100 zîndan û navendên desteserkirinê yên Sûriyê kirine û hevdîtin ligel zêdeyî 2600 kesan kiriye, derketiye ku hikûmeta Sûriyê û opozisyonê jî girtî êşkence kirine.

Hanny Megally, Endamê Komisyona Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolînên Rewşa Sûriyê, dibêje, “Êşkencekirin ji aliyê Sûriye, DAIŞ û Heyet Tehrîr Şam ve bi sîstematîk hatiye kirin, herwiha grûpên din jî xelk êşkence kirine, lê yên bi sîstematîk xelk êşkence kirine, ew hersê grûpên jor in.”

Komisyarên Neteweyên Yekbûyî amaje bi wê yekê didin ku zêdeyî 20 şêwazên êşkence û cezakirinê li zîndanên Sûriyê de hatine bikaranîn û her aliyekî ku navçeyeke diyarkirî kontrol kiribe ne bêbeş e ji binpêkirinên mafên mirov. Herwiha dibêjin, ev pêşan dide ku şer û pevçûn rewşa Sûriyê çareser nakin.

Paulo Pinheiro, Serokê Komisyona Neteweyên Yekbûyî bo Lêkolînên Rewşa Sûriyê, diyar dike, “Em dubare dikin, ti çareseriyeke serbazî nîne, take rêya çareseriyê siyasî ye bi beşdarbûna Sûriyan.”

Neteweyên Yekbûyî di vê derbarê de raportek amadekiriye ku behsa êşkencekirin û rewşa zîndanên Sûriyê dike di dema 10 salên borî de. Biryar e ew raport 11ê vê mehê pêşkêşî Encûmena Mafên Mirov a Netweyên Yekbûyî bike.

Raportê amaje bi hejmara qurbaniyên binpêkirinan û girtiyan nedaye, lê li gor yexmînên berê yên rêxistinê, nêzîka 100 hezar kes li Sûriyê wenda ne, ji sedî 85ê qurbaniyan jî kesên pêgehiştî û ji sedî 6 jî zarok in, di nav pêgehiştiyan de jî ji sedî 73 ji regeza nêr û ji sedî 27 ji regeza mê ne.

Rudaw
Top