• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiyê pirtûkeke derbarê Kurdan de qedexe kir

Tirkiyê pirtûkeke derbarê Kurdan de qedexe kir
Bi biryara Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê pirtûka pirtûka Sheri Laizerî ya bi navê “Şehîd, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” hat qedexekirin.

Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê biryar daye ku pirtûka “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” ya Sheri Laizeri were qedexekirin û ji bazarê rabe ku ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.

Rêvebirê Giştî yê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ji Rûdawê re diyar kir ku dadgeha navborî ew biryara xwe 29ê Mijdara 2017an daye, lê biyar duh 2yê Adara 2021an ji weşanxaneyê hate şandin.

Abdullah Keskîn destnîşan kir ku bêyî sedemek were nîşandan biryara komkirina pirtûka “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” hate dayîn û got: “Em dibin mercên dijwar de xebatên xwe berdewam dikin. Divê ew pirtûkên ku em çap dikin bigihêjin ber destê xwîneran. Zexteke zêde li ser me heye. Di pirtûkê de tiştek nîne bibe sedema qedexekirinê.”

Keskîn herwiha da zanîn ku di heyama 3 salên dawiyê de 15 pirtûkên wan hatine qedexekirin, lê dê li ser karên xwe berdewam bin û guh nedin qedexekirinan.

Rudaw
Top