• Monday, 01 July 2024
logo

Li Kelarê bi çandina daran Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn

Li Kelarê bi çandina daran Mela Mistefa Barzanî hat bibîranîn
Li bajarê Kelarê, bi çandina daran Mela Mistefa Barzanî di çil û duyemîn salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.

Duhî, 1 Adarê û çil û duyemîn salvegera wefata Mela Mistefa Barzanî bû.

Bi vê helkeftê, li nahiya Rizgarî ya bajarê Kelarê, navenda çalakî û pêgihandina lawan, ku girêdayî yekitiya lawan ya demokrat ya Kurdistanê ye, bi çandina daran Mela Mistefa Barzanî bibîr anî.

Endamên navendê li nav hewşên sazî û dezgehên hikûmetê yên nahiya Rizgarî de dar çandin û hinek jî dan welatiyan.


Basnews
Top