• Sunday, 05 May 2024
logo

Bê Ala Kurdistanê û Pêşmerge em kîne?

Gulan Media January 4, 2016 Raport
Bê Ala Kurdistanê û Pêşmerge em kîne?

((Paş bi dawî bûna şerê navxweyî yê Emerîka, emerîkî bûne ew gelê ku giringiyê bi ala xwe didin, stêr û nexşên li ser wê alê bi astê olê li cem wan pîroze, ala semboleke serekî ye ji bo nasnama neteweyî a emerîk, lê tevî vê yekê, Ala Emerîka bi wî rengî nedihat hildan wek ku li paş karesata 11 Septemberê li her cihekî dihat bilindkirin, li ser xaniyan, kompaniyên bazirganî, otombêl, li ser cilan dihat çapkirin û li ser tiştên nav malê dihat nexşkirin, bi penceran ve dixistin, pêşiya dukanan pê dihat ciwankirin û bi stûnên elektrîk û telefonan ve dixistin, paş tenê 20 rojan ji karesata 11 Septemberê, amar nîşandidin ku 80% ji emrîkiyan ala welatê xwe bi yaqê xwe ve dixistin, 63% li ser malên xwe ala bilindkiribûn, 29% ala li ser cilên xwe çapkiribûn, 28% al kiribûne otombêlên xwe, bi pê amaran dukanên Wolstrît di roja 11 Septembera 2011ê de zêdetir ji 116 hezar û li roja 12 Septemberê 250 hezar alên emerîka firotine. Heger em vê rêjeyê berhevbikin bi rojên 11 û 12 Septembera sala 2000ê re di van du rojan de ji 1000 - 6400 ala hatiye firotin, 11 Septemberê wiha kir ku heza emerîkiyan ji bo hildana ala xwe bi deh caran li ser demê şerê kendavê zêdetir bibe, wê demê rêje du yan sê caran zêdetir bû, ev rewşe wê yekê nîşandide ku berî karesata 11 Septemberê ew yek dihat hestpêkirin ku hest û întîmaya emerîkîbûnê ber bi nizimbûnê ve bû, lê wê karesatê wiha kir ku carek din emerîkî ala xwe berhemêzbikin û ji xwe bipirsin: Em kîne?))

Samoîl Hintigtin
Pirtûka: Em kîne? (Who are we?)

Ala belgehekî bercestekirî yê derbirîna întîma û yekbûna netewî ye

Profîsor Îsmaîl Bêşikçî ku li ser dakokîkirin li mafê gelê kurd beşeke mezin ji jiyana xwe di zindanê de borand, di hevpeyvîneke taybet yê Gulan de ku roja 14 Temoza 2014ê hatiye belvkirin, derbarê zemînesazkirin ji bo kongreya netewî, me jê pirsî: gelo ew fakter çine ku pêwîste hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser rêkbikevin daku kongreya netewî biserbikeve? Bêşikcî bi vî rengî bersiva Gulanê da:

((daku kongreya netewî a kurd serketî be, gereke berê kurd di nav xwe de li ser hinek prensîpan rêkbikevin û yekalî bikin, herwiha serketina kongreya netewî pêwstî bi rêkeftina leşkerî di navbera hemû aliyên kurdî de daku li ser prensîpan rêkbikevin, ku ji hemûyan giringtir pirsa Ala Kurdistanê ye, bo nimûne ew ala ku niha li Kurdistana Başûr tê bilindkirin û venan, li sala 1937ê Komela Xoybûn ragihandiye û li sala 1946ê jî paş ragihandina Komara Kurdistan li Mehebadê, ew alaye hatiye bilindkirin, lê niha PKK û PYDê wê alê retdikin û behsa wê yekê dikin ku ew alaye derbirînê ji wan nake, lewra pêwîste berî her tiştî pirsa alê were çareserkirin, heta ev pirse neyê çareserkirin, kongreya netewî tu nirx û watayek nabe)).

Ev bersiva Bêşikçî zelal xuyadike ku ew ala li roja 17 Kanûna Yekem a sala 1945 li Komara Kurdistan û li ser destê Qazî Muhemed li qada Çwarçira li Mehebadê hatî bilindkirin û bi biryara hejmar 48 a Perlemana Kurdistanê li 16 Eylola 2004ê ku roja 17 Kanona Yekem a her salekê bi roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin, ev alaye ne girêdayî perçeyekî Kurdistanê ye, belku em alaye hêma ye ji bo hemû Kurdistanê û ji bo her kurdekî ku li nav Kurdistanê bijî yan li her dereka vê cîhanê. Pirsyara serekî li vir ew e: gelo ew a Îsmaîl Bêşikçî dostê kurd amajepêkirî, dujmin û nehezên Kurdistanê jî heman boçûn hene? Di bersiva vê pirsyarê de em ê bêjin: belê ji ber ku li sala 2007ê Maykil Robin ku yeke ji ew kesên li navenda Sîntaksî a Emerîka bi pera kar ji bo jeneralên turk dike û Herêma Kurdistanê û serok Barzanî wek metirsî wêndike, di gotarekê de bi navûnîşana (bûnerastî xewin û xeyalên kurd - Enabling Kurdish Illusions) zelal amajê bi wê yekê dike: ((ew ala Mesûd Barzanî biryar da li Herêma Kurdistanê were bilindkirin, heman ew ala ye ku li sala 1945ê li Komara Kurdistan li Mehebadê hatiye bilindkirin, ew nexşên ku li Hewlêrê hatine çapkirin û tên frotin, sinûrê Kurdistanê ji Deriya sipî ya Naverast bi Kendavê ve girêdide)). Destnîşankirina van du axaftinan, gîştine bi wê encamê ku dost û dujminan yek pênase bo wate û medlolê Ala Kurdistanê hene û ew wata û medlole jî ew e ku Ala Kurdistanê sembole ji bo nasnama Kurdbûn û Kurdistanîbûnê, ev alaye dîroka xebat û berxudan û qurbanîdana bi sedan hezar kurên Kurdistanê bê cudahiya ol û netewe ew wate û medlole pêbexşiye, ev wata Ala Kurdistanê ji wê mezintire ku bi nêrîna tenga partatî yan bi rewangeha berjewendiyên welatên dagîrkerê Kurdistanê were temaşekirin. Lê wek Îsmaîl Bêşikçî zelal amaje pêkiriye, PYD û PKK vê alê retdikin bi hiceta ku ev alaye derbirînê ji wan nake!! Pirsyara giring li ser vê pirsyarê ev e? Gelo win kîne heta ku ev Ala Kurdistanê derbirînê ji we neke? Ji vê jî zêdetir: gelo win kîne ku rêgiriyê li bilindkirina Ala Kurdistanê dikin? Bersiva van pirsyaran pêwîstî bi wê yekê ye ku bi rewangeha hizira neteweyî a Kurd û Nîştimanî a Kurdistanê bersiva wan were dan û her takekê kurd helwestê li ser bike, ev jî ji ber wê yekê ye ku pirsa Ala Kurdistanê, ne ew pirse ku saziş li ser were kirin, yan di gotûbêj û civînên partiyan de behs li ser were kirin, ev pirse ji wê yekê mezintire ku partiyên siyasî bi dîrok û sembola neteweyê bilîzin, Samoîl Hintigtin di pirtûka (Em kîne?) de, zelal amajê bi wê yekê dike ku mezinahiya karesata 11 Septembera 2011ê, we kir ku carek din hoşê emerîkiya were serê wan û bipirsin, çima em ji alayê bi dûrketine? Di heman dem de û di bindêriya van ristan de ku Hintingtin amaje pêkiriye paş bi dawî hatina şerê navxweyî a Emerîka, stêr û nexşên li ser alê biqasî olê li cem Emerîkiyan pîrozî wergirtiye, ev jî wate wê alê dawî bi dabeşbûn û duberekiya nav mala Emerîka aniye û emerîkî di bin siya wê alê de bi dirêjiya zêdetir ji 150 salî heta bi karesata 11 Septembera 2001ê bûne ew dewletê ku serkirdatiya cîhanê bikin. Ev peyama Hintingtin a derbarê jinavbirina terorê û cardin vegerandina aramî û tenahiyê bo nav Emerîka, ew jî li xwe girtiye, ku tenê Emerîkî bi kombûna li derdora ala xwe û bi ladana nakokiyan dikarin rê li terorîstan bigirin û dijayetiya terorê erkê her takekî vî welatiye ku xwe bi emerîkî bizane. Vê yekê we kir ku paş 11 Septemberê Emerîka hizir di damezrandina wezaretekê de bike bi navê (wezareta asayîşa navxwe), ji vê rastiyê jî heger em carek din helsengandinê ji bo peyama Îsmaîl Bêşikçî bikin, em ê hest bikin ew ê Hintinigtin ji Gelê Emerîka re ragihandî, pêşikçî heman peyam arasteyî kurdê her çwar perçeyên Kurdistanê kiriye û eşkere ji me re dibêje: ((heger win dixwazin kongreya netewî a kurd serketî be û ev kongre bibe dengek ji bo derbirîna xwasta kurd li her çwar parçên Kurdistanê, wiha gereke hemû hêz û aliyên Kurdistanî li ser çend perensîpan rêkbikevin, ku ji hemûyan giringtir pirsa Ala Kurdistanê ye)). Heger em bala xwe bidinê Bêşikçî jî weî Hintinigtin , alayê dike sîmbola yekbûn û yekrêzî û nehîştina perçebûn û hevrikya partayetî di nav Civaka Kurdistanê de. Lê mixabin dema kurdên rojava di roja bilindkirina Ala Kurdistanê de li Rojavayê Kurdistanê bi bilindkirina alê vê rojê pîrozdikin û şahiyan lidardixin, me ron li ser şaşên televîzyonan dît çawa asayîşa PYDê li dijî xelkê disekinin, ji vê jî xerabtir asayîşa PYDê Ala Kurdistanê dadixe û mal bi mal li pê wan kesan digere ku Ala Kurdistanê bilindkirine.

Ev reftara asayîşa PYDê ku rengvedana hizira PKKê ye, Bêşikçî zelal dibêje: ((PYD û PKK vê alê retdikin)), lê çûna ser malan û daxistina Ala Kurdistanê, nabe tenê wek kiryareke çend polîs û asayîşekî PYD were temaşekirin, belku li pişt ev reftara neşêrîn, hizireke şaz heye ku li ser çêkirina deriz û kerb û kînê di nav hizira me a netewî de dijîn û bûye sedema negehiştinbi yekrêzî û û yekhelwêstiyê di nav hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê de.

Ev hizira jehrawî a PYD û YPGê, xwe korkirine bo nedîtina ew raya giştî ku îro li ser kurd dirustbûye, wan agah ji ew cêwaziya di navbera raya giştî û siyaseta hukumet û hukumraniya welatên demokras û cîhana azad de heye agah jê tuneye, heta îro siyaseta hukumeta û hukumraniya piraniya welatên cîhanê bi fermî ne bi serxwebûna Kurdistanê re ne, lê raya giştî a hemû welatên Yekîtiya Ewropa û NATO û Emerîka piştevaniya dewleta serbixwe a Kurdistanê dike, dema medyayên rojava nûçeyekê li ser Kurdistanê belavdikin ew wêneya pêşmerge û ala Kurdistanê nîşandidin, derbarê vê yekê de hizirmend û feylesofê ferensî Rêcis Dobiryê di meha Tişrîna yekem a 2014ê di dîmaneyeke taybet a Gulanê de ragihandiye û rexne li hukumeta Ferensa digre û dibêje: ((ez ji hukumeta Ferensa re dibêjim ji esmên hevkariya hêza pêşmerge mekin, belku firokeyan bidin Kurdistanê û pêşmergan bikin firokevan ji ber ew bi xwe dizanin çawa bergiriyê li xwe bikin)). Dema Dobiryê vê axaftinê dike wate berê xwe daye Ferensa daku hevkar be ji bo dirustbûna dewleta Kurdistanê, ne hêştina kurdistanê wek herêmekê di çarçoveya Îraqê de.
.
.
. Lewra di demekê de ku hemû ev guhertinên mezin li ser astê navçeyê hene û di rojê Ala Kurdistanê de terorîstên DAIŞê ji ewqas mihwer ve mezintirîn êriş dibine ser sengerên Pêşmergeyê Kurdistanê daku ala Kurdistanê daxin û ala xwe a reş bilindkin di hemberê de û di heman roj de hêzek bi nav kurdî di perçeyeke din a Kurdistanê de bi zora çek ala Kurdistanê daxe û wan kesan bigre ku ala Kurdistanê bilindkirine ev dîsa ji wê yekê mezintire ku wek reftara hêzekê were temaşekirin, belku ev rengvedana ew hizira genî yeku ji bilî jinavbirina yekrêzî û yekbûna Kurdistanê tu armancên wê din tunene. Gereke ew bi xwe bersiva vê pirsyarê bidin: bi dijatîkirina navê Pêşmerge û Ala Kurdistanê, win kîne û di cîhanê de wê navê we çibe?

Pêşmerge semboleke ji bo naskirina Kurdistanê

Pirseke din ku pir giringe hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser rêkbikevin, rêkeftina serbazî û navê pêşmerge ye, navê Pêşmerge wek Ala Kurdistanê berhema dîrok û xebata rizgarîxwaza Kurdistanê ye û di nav dîroka qurbanî danê de ev nave jidayikbûye û ne dahênerekê tu partiyeke kurdistanî ye, lê ji ew dema ev nave çêbûye dîrokek ji xwe re tomarkiriye ku hevwatayê Evîndarên Azadiyê ye û ji bo azadiyê di pêş merg(mirin)ê de gavan davêje, lewra navê pêşmerge ne tenê hilgirtina çek û berê xwe dana çiyane. Navê pêşmerge ne tenê şêwazê şerê partîzanî ye yan şerê biçûk yê girop girop e, zelaltir, navê pêşmerge ne hevwatayê çekdarê partîzan û gerîla û heta ne hevwatayê ew çekdarên tevgera rizgarîxwaza felestînî ye ku nav li xwe dikin (Fîdayî), sedema sade ji bo ev cudahiya di navbera navê pêşmerge û hemû ew navên din ku di tevgerên çekdarî yên din de hebûn, ew e ku tenê hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi dirêjiya dîrokê şêwazê xebata wê a ji bo rizgarî û serbixweyiyê têkelî karê terorîstî û pêşêlkirina mafê mirov nebû, ji bo vê yekê jî cihê serbilindiyê ye ji bo dîroka tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê ku navê pêşmerge bi peyva Pêşmerge û bê wergêrana bo ser çi zimanekî her bi wataya xwe a kurdî têkelî ferhenga hemû zimanên zindî yên cîhanê bûye û ev jî wê watayê dide ku pênasa pêşmerge wate take hêza çekdare li cîhanê ku şer dike ji bo bidawî hatina şer, ev şerê ku pêşmerge bi dirêjiya dîrokê kirine, şer bûye ji bo bidawîanîna şer. Her dema şer bela xwe bi kurdistanê dabe pêşmerge li pêşiyê sekiniye daku dawiyê bi şer bîne.

Mixabin dîsa li ser navê pêşmerge ku niha li cîhanê bûye hêma û eîmbol bo navê Kurd û Kurdistanê, dîsa PKK û PYDê li ser vî navî nakokin û dixwazin di nav hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê de navekî din ji bo çekdarên xwe dirustbikin û xwe ji pêşmerge cudabikin, ev rewşe dîroka dawiya salên şêstiyan a sedsala borî tîne bîra me ku navê Barzanî bibûye hêma û nasnama Kurd li cîhanê, lê giropekî li ser astê lokal dijatiya Barzanî û navê Barzanî dikirin, lê dema diçûne derveyî welat, ji ber ku bê navê Barzanî kesî ew nasnedikirin, dema ji wan dipirsîn win kîne? Bi neçarî digotin: em ew milete ne ku Barzanî serokê me ye, niha jî bi heman şêwe PKK û PYDê dema li her cihekî cîhanê behsa Gerîla û Şervanan bikin, her gereke dema bersiva wê pirsyarê didin ku gelo Gerîla û Şervan kîne? Bêjin: pêşmerge ne.

Li vir giringe em wataya Ala Kurdistan û Pêşmergeyê Kurdistanê fambikin û danpêdanê bi wê rastiyê bikin ku her çiqas hizira tenga partayetî û li ser astê navxweya Kurdistanê em hewilbidin xwe ji hev cudabikin û nav û sembolên cuda cuda ji bo kurdbûna xwe çêkin, gereke em wê pirsyarê ji xwe bikin, gelo bê Ala Kurdistanê û Pêşmergeyê Kurdistanê, em di cîhanê de kîne û çine? Bersiva vê pirsê rastgoyî û biwêriyê dixwaze û di heman dem de yekrêziya xelkê Kurdistan û temama aliyên siyasî dixwaze daku sinûrekî ji bo hizira perçekirin û bêrêzkirina sîmbola kurdbûn û kurdistanîbûna me re were danîn.

Wergeran j.k.x
K.Kalo
Top